Komkujiya li Enqereyê wê li gelek deveran bê protestokirin

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, gel li dijî komkujiya li Enqereyê dadikevin qadan. Ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê hat kirin.

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, gel li dijî komkujiya li Enqereyê dadikevin qadan. Ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê hat kirin.

STENBOL
Cih: Taksîm Tunel
Saet: 18:00

Cih: Pêşiya Mala Cem a Taxa Gazî
Saet: 18.00

ÎZMÎR

Cih: Kolana Kibris Şehîtlerî, Pêşiya Pastaxaneya Sevînç
Saet: 17:00

ENQERE
Cih: Guvenpark
Saet: 18:00

RIHA
Cih: Pêşiya navenda Kar a Ahmet Bahçivan
Saet: 15:00

EDENE
Cih: Parka Înonu
Saet: 15:30

ANTALYA
Cih: Pêşiya avahiya HDP'ê ya Bajêr
Saet: 13.00

WAN
Cih: Parka Feqiyê teyran
Saet: 16:00

MERSÎN

Li aliyê din bi hezaran kesên li taxên Yenîpazar, Guneş, Şevket Sumer û Hal ên navçeya Mersîn Akdenîzê hatin cem hev, bi qîrîna dirûşmên "Kujer AKP" ber bi Meydana Kentê ve meşiyan. Li navçeya Toroslarê jî bi sedan kes herikîn Parka Zarokan a Ozgur. Pêkhateyên HDP û HDK'ê banga kombûna li Parka Zarokan a Ozgur dikin. Polîs li gelemperiya bajêr ketin rewşa alarmê. Kolanên herî qelebalix ên bajêr bi TOMA û hêzên polîsan hatin girtin.