Li Stenbolê jin li dijî komkujiyê daketin kolanan

Pêkhateyên KJA, li dijî komkujiya li Enqereyê li ber Lîseya Galatasarayê civiyan. Di çalakiyê de hat gotin, "Eger hûn bibin temaşekerên bûyerê, wê heman êrîş sibe li Stenbolê pêk were" û banga çalakiyan hat kirin.

Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Stenbolê, komkujiya li Enqereyê, li ber Lîseya Galatasarasyê bi çalakiya rûniştinê protesto dikin.

Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî piştgiriyê didin çalakiyê. Di axaftina li çalakiyê de hat gotin, "Li paytexta vî welatî bombe tê teqandin. Karker û kedkarên aştiyê dixwazin hatin qetlkirin. Teqîna îro li Enqereyê li hemberî me hemûyan bû. Bêdeng nemînin. Eger hûn bi tenê lê temaşe bikin, ev êrîş wê sibe li Stenbolê jî rû bide."

Jinan banga çalakiyan kirin û dirûşmên "Erdogan îstifa" û "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" qîriyan.

Li meydana Altiyol a Kadikoyê jî çalakiya rûniştinê pêk hat. Saet di 18:00 de wê bi pêşengiya rêxistinên ked û pîşeyî ji Meydana Tunelê ber bi Lîseya Galatasarayê meş were lidarxistin. Danê êvarê jî wê li navçeyên Sûltangazî, Bagcilar û Kadikoyê li gelek navçeyên Stenbolê komkujî bê lenetkirin.