Komplo li Viyanayê hat şermezarkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komploya navneteweyî bi meşeke meşaleyî û mîtîngekê hat şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komploya navneteweyî bi meşeke meşaleyî û mîtîngekê hat şermezarkirin.

Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. 

Girseya gel ji ber Wien Westbahnhofê heta Parlamenta Awûstûryayê meşiya. Di dema meşê de li ser komploya navneteweyî belavok li raya giştî hat belavkirin.

Çalakî li ber Parlamenta Awûstûryayê veguherî mîtîngê. Li ser navê PYD'ê Dr. Sabrî li vir peyivî û destnîşan kir ku bi berxwedana li Rojava û xweseriya ku mîmarê wê Ocalan e re, komploya navneteweyî hatiye pûçkirin.

Dr. Sabrî her wiha destnîşan kir ku ji bo Erdogan jî wê 2 Mijdarê bibe roja hesapdayînê û pûçkirina komployê bi awayekî topyekûn.

Mîtîng piştî axaftinan qîrîna dirûşmeyan û gotina sirûdan bi dawî bû.

...