Dayikên Şemiyê em natirsin
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyê pêk tînin, îro ji ber komkujiya li Enqereyê wêneyên windayan ranekirin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyê pêk tînin, îro ji ber komkujiya li Enqereyê wêneyên windayan ranekirin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyê pêk tînin, îro ji ber komkujiya li Enqereyê wêneyên windayan ranekirin. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku berpirsiyarê komkujiyê AKP ye û ew kujeran ji komkujiya li Amed û Pirsûsê pêk hat nas dikin.
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 550'an de dîsa li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber komkujiya li Enqereyê li dijî mîtinga aştiyê pêk hat vê hefteyê wêneyên windayan ranekirin. Dîsa li ser pankarta "Kujer diyar in winda li ku ne?" çarçefa reş dakirin. Li şûna vê pankartê jî pankarta "Daxwaza aştiyê wê hewldanên we yên komkujiyê asteng bike." Li ser navê dayikan Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Semla Arcan, diyar kir ku ew îro di rojek reş de ne û dilê wan hemûyan li Enqereyê davêje."
'EM JI ZILMA WE NATIRSIN'
Birayê Kenan Bîlgîn ê di bin çavan de hat qetilkirin Îrfan Bîlgîn jî anî ziman ku heman êrîş li Amed û Pirsûsê jî pêk hatibû û wiha got: "Lê heta niha hesap ji kujerên Pirsûs û Amedê nehat pirsîn. Bila baş zanibin ku ew ê di vê xwînê de bixeniqin."
Dayika Murat Yildiz ê di bin çavan de hat windakirin Hanife Yildiz jî anî ziman ku her dem xwîna wan diherike û êşa wan mezin dibe. Yildiz, da zanîn ew ji tu kesî natirsin û ev zilm ji wan re namîne û bertek nîşanî Erdogan û AKP'ê da.
Birayê Cemîl Kirbayir Mikail Kirbayir ji bang li Erdogan kir û wiha got: "Ma wêneyê her hefte em dixin destê xwe tên nake? Ma ev wêde dê diku de hilên? û bertekên xwe anîn ziman.
'LANET LI WE Û ZILMA WE BE'
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî bertek nîşanî komkujiyê da û lanet li ixtîdarê û zilma wan anî. Ocak, da zanîn ku ew dê yek bi yek hesapê zilmê ji wan bipirsin. Birayê Rıdvan Karakoç Hasan Karakoç jî heman pertek nîşan dan.
Ji Mirovên Şemiyê Meral Çildir jî anî ziman ku berpirsiyarê van komkujiyan polîs û rayedarên dewletê ne û ew van kujeran ji Pirsûs û Amedê nas dikin.
Çildir, destnîşan kir ku li şûna dewlet ambulansê bi hawara mirî û birîndaran bişîne, bombeyên gazê davêje qadê.
Çildir, xwest şerxwaz baş zanibin ku ti carî hewldanên şer wê nikaribe wan têk bibe.