Orhan Atîlla: Tetîkkêş dibe ku cuda bin, lê kiryarê esasî dewlet e

Yek ji mirovên di kêliya dawî de ji erîşê rizgar bûn, namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Stenbolê Orhan Atîlla bû. Atîlla destnîşan kir, ku tetîkkêş cuda bin jî, kiryar dewlet e.

Yek ji mirovên di kêliya dawî de ji erîşê rizgar bûn, namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Stenbolê Orhan Atîlla bû. Atîlla destnîşan kir, ku tetîkkêş cuda bin jî, kiryar dewlet e.

'MÎNA KABÛSEKÊ BÛ'

Atîlla ku di dema teqîna destpêkê de li nava korteja HDP'ê de bû, di kêliya dawî de ji komkujiyê rizgar bû. Atîlla anî ziman ku êrîşên bombeyî li hemberî korteja pêkhateyên HDP'ê hatine kirin û got, "Ez hema li kêleka kortejê bûm. Ji ber bandora teqîna destpêkê, ez ketim nava hawizekî li kêlekê. Piştî 15 saniyeyan teqîna duyemîn rû da, ku hingî em hînê di nava hawiz de bûn. Rewşeke hov û bi tirs bû. Her der bû gola xwînê, parçeyên mirovan li ser me belav bûn. Mirov çawa dikare vebêje? Mîna kabûsekê bû."

'POLÎSAN BI GAZÊ ÊRÎŞÎ MIROVÊN ALÎKARÎ DIDAN BIRÎNDARAN KIRIN'

Atîlla ragihand ku li cihê girseya gel civiya, ti tedbîreke ewlekariyê nehatibû girtin û got, "Bi tenê çend heb polîs hebûn, lê weke mînakên komkujiyên li Amed û Pirsûsê, xemsariya ewlekariyê di asta herî bilind de bû."

Atîlla bal kişand ser hebûna MÎT'ê, hebûna servîsên îstîxbaratê û got, "Eger li paytexta dewletekê komkujiyeke bi vî rengî rû dide, hingî kî ye berpirsyar? Bêguman dewlet e." 

Atîlla diyar kir ku eger dewletê bixwasta wê karîbûya pêşî li vê komkujiyê bigirta û destnîşan kir, ku dewletê di ser re rabûye bi gazê êrîşî mirovên bi saxî ji komkujiyê filitîne, kiriye. Atîlla got, "Mîna komkujiya li Pirsûsêü polîsan bi gazê êrîşî girseya gel a di rewşa panîkê de bû, kirin. Birîndarên me li erdê hene, miriyên me hene. Mirovên ku dixwazin alîkariyê bidin birîndaran, rastî êrîşa polîsan a bi gazê tên."

'TETÎKKÊŞ DIBE KU CUDA BIN, LÊ KIRYAR DEWLET E'

Atîlla di dawiya axaftina xwe de got, "Tektîkkêş dibe ku cuda bin, lê kiryarê esasî dewlet e" û destnîşan kir, ku ti kes wê li hemberî van êrîşan bi paş ve gav neavêje. Atîlla diyar kir ku ew ê her aştî û biratiyê biparêzin.