BI DÎMEN

AKP'yiyan nexwestin êşê parve bikin

Di roja sêyemîn a dengdayîna li Swîsreyê de, ji ber teqîna li Enqereyê HDP, CHP û MHP'yiyan qurdeleya reş bi ber xwe ve kirin, lê AKP'yiyan nexwestin qurbeleya reş bi ber xwe ve bikin.

Di roja sêyemîn a dengdayîna li Swîsreyê de, ji ber teqîna li Enqereyê HDP, CHP û MHP'yiyan qurdeleya reş bi ber xwe ve kirin, lê AKP'yiyan nexwestin qurbeleya reş bi ber xwe ve bikin.

Li Swîsreyê, dengdayîna hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî di roja sêyemîn de dewam dike. Bi armanca şermezarkirina komkujiya îro ya li Enqereyê, li Konsolosxaneya Zurîchê, wezîfedarên HDP'yî ji rayedarên konsolosxaneyê xwestin, qurdeleya reş bi sînga xwe ve bikin.

Rayedarên konsolosê, di encama hevdîtina bi wezîfedaran re, daxwaza HDP'yiyan qebûlkrin. Qurdeleyên reş ên ji aliyê HDP'yiyan ve hat amadekirin, rayedarên CHP û MHP'yî yên li ser sindoqan bi ber xwe ve kirin. Lê belê AKP'yî, bêyî tiştekî û sedemekê bêje, yekser ev daxwaz red kirin.

Ev helwesta AKP'yiyan rastî nerazîbûna wezîfedarên HDP û CHP'yî rast hat.