Komkujiya li Enqereyê li Strasboûrgê tê protestokirin
Êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, li bajarê Fransa Strasboûrgê tê protestokirin.
Êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, li bajarê Fransa Strasboûrgê tê protestokirin.
Êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, li bajarê Fransa Strasboûrgê tê protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Place Kleber a li Strasboûrgê civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer AKP", "Wê ji qetlîamkeran hesap bê pirsîn", "Nesekine, berxwedanê bidomîne" çalakiyê didomînin.
Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku berpirsyarê komkujiyê Erdogan û AKP ye û hat destnîşankirin ku kujer wê hesap bidin.
Di mîtînga ku saet di 12:30 de destpê kir, tevî komeleyên Elewiyan, derdorên çep, sosyalîst û demokratîk jî amade ne.