Komkujiya li Enqereyê wê li Bielefeldê bê şermezarkirin
Komkujiya li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, wê li bajarê Elmanya Bîelefeldê saet di 16:00 de bê şermezarkirin.
Komkujiya li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, wê li bajarê Elmanya Bîelefeldê saet di 16:00 de bê şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanya Bîelefeld û derdora wê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê ya li hemberî aştîxwazan, çalakiyekê lidar dixin.
Çalakiya şermezarkirinê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tê organîzekirin, saet di 16:00 de li Jahnplatzê pêk tê.
Rayedarên Navendê bang li Kurdistaniyên li herêma Bîelefeldê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyê bibin.