Di çalakiyên Başûrê Kurdistanê yên vê êvarê de hêzên ewlekariyê êrîşî gel kirin. Di van êrîşan de li gor agahiyên hatin wergirtin li Kelar 2 û li Qeladizê zarokek hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar in.
Xwepêşandanên li Kelarê didomin. Xwepêşandêran buroya PDK a Kelarê dagir kirin û ala PDK’ê anîn xwarê û buro dan ber agir.
Her wiha li gor agahiyên ji herêmê hatin girtin, di çalakiya vir de du kesan jiyana xwe ji dest dane, 13 kes jî birîndar in. Kesên birîndar, zêdetirî wan bi guleyan birîndar bûne.
Li gor ajansa nûçeyan RojNews hêzên asayîşê ji Xaneqînê ber bi Kelarê ve diçin.
Di xwepêşandana îro dan êvarê li navçeya Qeladizê de, kesek bi guleyê birîndar bû û zarokek 12 salî yê bi navê Diyar Xidir jiyana xwe ji dest da.
Îro danê êvarê li navçeya Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê xwepêşandan destpê kir. Di xwepêşandanê de, kesek din bi guleyê birîndar bû û zarokê bi navê Diyar Xidir ê 12 salî ku şewitî, jiyana xwe ji dest da.
Li gor bilançoya îro ya Wezareta Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di giştî xwepêşandanên îro de, 24 kes birîndar bûne û hîna alozî berdewam dikin.
Li Kelar, Kifrê, Derbendîxan, Pêncuwîn, Çemçemal û çend cihên din heya niha jî xwepêşandan didomin. Di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de alozî didome.