Li Rouenê Kurd û Fransiyan komkujiya Enqereyê protesto kirin
Li bajarê Rouen ê Fransayê komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Li bajarê Rouen ê Fransayê komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Li bajarê Rouen ê Fransayê komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Kurdistanî û Fransiyên agahiya komkujiya li Enqereyê bihîstin herikîn ber Navenda Civaka Demokratîk a Rouen. Ji ber faşîstên Tirk li navendê hewl dan provokasyonê bikin, gel mudaxele kir û bûyereke demkurt rû da. Daxuyaniya çapemeniyê ya tevgerên şoreşger ên Fransî jî tevlî bûn saet 18.00’an li Saînt Sever pêk hat.
Peyama ku wê têkoşîna gelê Kurd li her derê bidome hat dayîn.
Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Rouen de hat dayîn wiha hat gotin: “Em ê rêxistinbûna xwe li her cihî biparêzin. Em ê bi gelê xwe re di nav piştevaniyê de bin. Wê têkoşîna me ya piştevaniyê bidome.”
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.