Mîtînga HDP’ê ya Hollandayê veguherî protestoya komkujiyê

Li qada Malîeveld a bajarê Den Haag ê Hollandayê ya dihat payîn mîtînga “Ji şer na, aştî niha” çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê veguherî protestoyê.

Li qada Malîeveld a bajarê Den Haag ê Hollandayê ya dihat payîn mîtînga “Ji şer na, aştî niha” çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê veguherî protestoyê.

Li gor planan wê îro mîtînga “Ji şer na, aştî niha” bihata lidarxistin, ji bo vê Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag hatibû, ji ber komkujiya Enqereyê bernameya xwe betal kir û vegeriya. Ev mîtînga jî veguherî protestoya komkujiya Enqereyê. Li mîtîngê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, ji SP Hanry Van Bommel, ji Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Hollanda Mûraz Bozbey, nûnerên saziyên jinan ên Hollandayî, Rode Morgen û gelek nûnerên rêxistinên siyasî axivîn. Rojnamevana Hollandayî Frederîk Geerdînk a ji ber ku li Kurdistanê pêşketin dişopand derveyî sînor kirin jî tevlî mîtîngê bû.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan ji ber komkujiyê got: “Yên biratî û aştiyê dixwazin, kî hebin; Kurd, Ereb, Sunî, Elewî, sosyalîst, oldar, demokrat bila serê her kesî sax be.”

Tan diyar kir ku divê failên komkujiyê tavilê bên aşkerakirin.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Hollanda Hanry Van Bommel destnîşan kir ku pêkanînên Tirkiyeyê bi ti awayî nayên qebûlkirin.

...