Tûncel: Yekane alternatîfa gelan HDP ye

Li navenda Çanda Elewî Bektaşî ya li Marxloh a bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, li ser hilbijartinê panelek aht lidarxistin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku yekane alternatîfa gelan HDP ye.

Li navenda Çanda Elewî Bektaşî ya li Marxloh a bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, li ser hilbijartinê panelek aht lidarxistin. Di panela ku Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel weke qiseker tevlîb bû de, zêdeyî 200 kes amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Navenda Çandê ya Elewî Bektaşî Denîz Guner ve hat kirin.

Guner got, "Dil dixwest îro bi hestên cuda dest bi vî karê xwe bike, lê mixabin em rastî komkujiyê hatin" û bal kişand ser berpirsyariya dewletê.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî got, "Dewleta AKP'ê ya nekarî xwe li ber nerazîbûnên gelê me rabigire, neçar ma û şîna neteweyî îlan kir. Em kujeran nas dikin. Ji Dêrsim, ji Mereş, ji Meletiyê nas dikin. Bi taybetî bicihkirina bombeyê li cihê korteja HDP'ê, manîdar e. Heman piştî daxuyaniyên bi niyeta baş ên Konseya Rêveber a KCK'ê rûdana vê teqînê manîdar e. Ji ber ku berpirsyarên komkujiyên Amed, Pirsûsê nehatin aşkerakirin, lewma îro li Enqereyê bombe teqiya. Îdîa kirin ku qanûna 'ewlekariya navxweyî' ji bo astengkirina bûyerên bi vî rengî hatiye derxistin. Lê çi rasthatineke ku bomberdûman heman piştî derxistina vê qanûnê destpê kir."

Tûncel anî ziman ku teşhîrkirina cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan û îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin, ji aliyê artêş taybet a AKP'ê ve hatine kirin û got, "AKP dema digot, 'ez parlamenterên milî û xwecihî dixwazim, mebesta xwe ew bû ku HDP'ê li derve bihêle û hikûmetê bi yên din r ava bike. Derdê wan ê yekane ew e ku HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbazê didin."

Tûncel da zanîn ku çûyîn û têkbirina AKP'ê alternatîfa yekane ye, ya ku vê bike jî HDP ye û got, "Li Tirkiyeyê yekane hêviya Elewiyan, jinan, ciwanan, kombûna di bin sîwanê HDP'ê de ye. Li hemberî van hemû neheqî û bêhiqûqiyê, divê em bloka ked, demokrasî û azadiyê xurt bikin. Yanî divê em HDP'ê xurt bikin. Her dengek, sîleyek li sîstemê dikeve ye."

...