Li Venlo panela hilbijartinê
Li bajarê Hollanda Venlo, panela hilbijartinê ya HDP'ê hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Venlo, panela hilbijartinê ya HDP'ê hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Venlo, panela hilbijartinê ya HDP'ê hat lidarxistin. Panel ji aliyê Lîmbûrg, Brabant HAK-DER'ê ve hat organîzekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Altan Tan û Serokê HAK-DER'ê Nûrettîn Altindal weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê HAK-DER'ê Nûrettîn Altindal mafê axaftinê wergirt û sedemên dayîna dengên Elewiyan ji bo HDP'ê vegot. Altindal got, "Dibe ku di demên berê de zêde alternatîfeke xwe tinebû. Lê îro alternatîfeke Elewiyan heye. Ev alternatîf jî HDP ye." Altindal di axaftina xwe de, komkujiya li Enqereyê şermezar kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Altan tan jî bi şermezarkirina komkujiya li Enqereyê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir, ku ev yek têkçûna hegemonya AKP'ê radixe pêş çavan.
Tan anî ziman ku gelê Kurd, alîgirên demokrasî, aştî û azadiyê wê di 1'ê Mijdarê de derseke mezintir bidin AKP'ê.
Li dû axaftinan, panela bi beşdariya 300 kesî bi pirs û bersivê dewam kir.