Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dîsa dîsa aştî
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyanî da got: “Em ê ti carî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin. Dîsa dîsa aştî.”

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya ji aliyê malbatên di komkujiya Pirsûsê de xizmên xwe winda kirin hat avakirin, têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyaniyek weşand.
Însiyatîfê sersaxî ji malbatên kesên di komkujiya pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan re xwest û got:
“Me wek Malbatên Pirsûsê ciwanên xwe yên egîd û ronak ên ji bo aştî, xwişk-biratiyê bûn pir spartin axê. Îro dîsa bi heman awayî me xwişk û birayên xwe yên bi hesreta rojên tijî aştî û bi tava rojê yên govend digerandin û rûken ên ji saltanata Qesrê re digotin raweste, di êrîşeke xayîn û nemerd de winda kirin.
Wek Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê em vê êrîşa nemerd protesto dikin, em dixwazin qatil û ya herî girîng jî organîzatorên komkujiyê tavilê bên darizandin. Em wan nas dikin. Zîhniyeta desthilatdariya nîjadperest û faşîst komkujiyeke din a bi destên xwe yên xwîn ku pêk anî û wê nikaribe xwe ji hesabpirsîna wê xelas bike li komkujiyên xwe zêde kir…
Em ê ti carî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin. Dîsa dîsa aştî.”