Komkujiya Enqereyê di çapemeniya navneteweyî de deng veda. Der Spîegel, Le Monde, NTV, Lîberatîon bal kişandin ser rûdana komkujiyê beriya hilbijaritnên 1'ê Mijdarê û komkujiyên li Amed û Pirsûsê bibîr xistin.
DER SPÎEGEL NERAZÎBÛNA "DESTÊ WE KETIYA NAVA XWÎNA MIROVAN" DERXIST PÊŞ
Spîegel Online di nûçeya xwe de bal kişand ser axaftina Hevserokê HDP'ê Demîrtaş û sernavê "Destê we di xwîna mirovan de heye" bi kar anî.
Di nûçeyê de hat ragihandin, ku heta niha kesî berpirsyariya komkujiyê negirtiye ser milê xwe û HDP der barê komkujiyê de AKP'ê sûcdar dike. Kovarê bibîr xist ku ev êrîşa giran a bi xwîn 3 hefte beriya hilbijartinê hatiye kirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku li gelek bajaran bi deh hezaran mirovan xwepêşandanên protestoyî lidar xistin û cih da van gotinên Demîrtaş: "Ev êrîş ne êrîşek li hemberî yekparebûna welêt hatiye kirin e. Ev êrîş êrîşeke dewletê ya li hemberî gel e."
LE MONDE: HIKÛMETÊ GOT 'PIRSÛS JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HAT KIRIN', LÊ DAIŞ'Ê BERPIRSYARÎ NEGIRT SER XWE
Rojnameya Fransayê Le Monde di nûçeya xwe de diyar kir, ku heman piştî êrîşê, polîsan li hemberî çalakvanan hêz bi kar anîne. Rojnameyê bibîr xist ku komkujiyê di pêvajoya şer û beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de rû daye û komkujiyên meha Hezîranê li Amedê û meha Tîrmehê ya li Pirsûsê bibîr xist.
Di nûçeyê de hat ragihandin, ku hikûmetê berpirsyariya komkujiya li Pirsûsê xistiye stûyê DAIŞ'ê, lê belê çeteyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser milê xwe. Le Monde îdîa kir ku Tirkiyeyê hem li hemberî DAIŞ'ê hem jî li hemberî PKK'ê 'dest bi êrîşan kiriye', lê belê PKK'ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku agirbest îlan kiriye.
NTV
Televîzyona Elman NTV jî, der barê komkujiyê de agahî da û cih da nêrînên yek ji pêşengên Partiya Keskan û Alîkara Serokê Meclîsa Federal Claûdîa Roth. Claûdîa Roth anî ziman ku komkujiyên giran ên li hemberî xwepêşananên aştiyane, ancax bi siyaseta dijhevkirinê ya hikûmetê pêkane.
Roth diyar kir, ku Tirkiye gav bi gav dikare bikeve nava krîzeke mezintir û destnîşan kir, ku komkujiya li Enqereyê, komkujiyên li Amed û Pirsûsê bibîr xist. Roth da xuyakirin ku ji ber komkujiyê rewşeke hêrsbûyîn, astengiya maf û azadiya çapemeniyê derketiye holê û berpirsyarê vê jî Serokkomar Erdogan e.
LÎBERATÎON, SEDAT PEKER BIBÎR XIST
Di nûçeya li rojnameya Lîberatîon de hat ragihandin, ku di roja komkujiyê de PKK'ê biryara bêçalakîtiyê wergirtiye. Di nûçeyê de hat bibîrxistin, ku şerê li hemberî PKK'ê, piştî ku HDP benda hilbijartinê derbas kir û AKP'ê şensê desthilatdariya bi tena serê xwe winda kir, giran bûye.
Di nûçeya rojnameyê de hat bibîrxistin, ku piştî komkujiyê polîsan êrîşî birîndaran û çalakvanan kirine û bal hat kişandin ser gumanên ji hikûmetê tên kirin. Rojnameyê her wiha cih da mîtînga alîgiriya AKP'ê ya ku lîderê mafya Sedat Peker tê de gotibû, 'wê xwîn birije' û da zanîn, ku di vê mîtîngê de pankarteke mezin a ku Peker û Erdogan bi destê hev digirin, hatiye daliqandin.
SUDDEÛTSCHE ZEÎTÛNG: KAMPANYA HILBIJARTINÊ YA BI XWÎN
Komkujî bi sernavê "Kampanya hilbijartinê ya bi xwîn" cihê xwe di nava hevokên rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng de girt. Di nûçeya li malpera înternetê ya rojnameyê de bal hat kişandin ser qedexeya weşanê ya bi îmzeya Yalçin Akdogan.
Rojnameyê diyar kir ku bi qedexeya weşanê re pêşî li nûçeyên rexnekirina hikûmetê û pirsên rexnekirinê hatiye girtin.