Li Kolnê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanya, bi meşek girseyî komkujiya Enqereyê hat protestokirin.
Li bajarê Kolnê yê Elmanya, bi meşek girseyî komkujiya Enqereyê hat protestokirin.
Li bajarê Kolnê yê Elmanya, bi meşek girseyî komkujiya Enqereyê hat protestokirin. Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel di mîtîngê de got ku qetlîamkeran baş nas dikin û wiha bertek nîşan da: “AKP û Erdogan van diparêze.”
Komkujiya mîtînga aştiyê ya li Enqereyê rastî êrîşa bombeyî hat, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşek girseyî ve hat protestokirin. Nêzî nîvro, Kurdistanî û Tirkiyeyên li eyaleta NRW dijîn berê xwe dan Kolnê û komkujiya Enqereyê protesto kirin. 5 hezarên li qada Ebertê kom bûn ber bi qada Frîsen ve meşiyan. NAV-DEM, AABF, MLKP, ATÎK, Kaldiraç, PYD, ADHK, BÎR-KAR, PARTÎZAN, AGÎF PARTÎZAN û komên anarşîstên Elmanya jî tê de gelek sazî û dezgeh tevlî çalakiyê bûn. Posterên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan û pankartên dijî şer û AKP’ê hatin rakirin. Çalakvan gelekî bi hêrs bûn û dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Em şehîdên Enqere ji bîr nakin”, “Bimire faşîzm” qîr kirin.
TUNCEL: EM KUJERAN BAŞ NAS DIKIN
Piştî meşek saetekê mîtîng hate lidarxistin. Li mîtîngê Hevberdevka HDK’ê Sabahat Tûncel, Hevserokê DEM Yuksel Koç, Nûnerê ATÎF Suleyman Gurcan û ser navê SKB Ayşe Yûmlî Yeter axivîn.
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku kesên komkujî pêk anîne nas dikin û got: “Em kesên ku vê komkujî pêk anîne baş nas dikin. Bi kesên komkujiya Agirî, Amed, Pirsûsê pêk anîne di heman zîhniyetê de ne. Ev zîhniyeta, di tevahî dîroka cûmhûriyetê ya 90 salî de komkujî li ser me pêk aniye. Ev qetlîamker ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên parastin. Ew jî me baş nas dikin. Em ti carî paşve gavê navêjin. Em neviyên Şex Saîdan, Seyîd Rizayan in. Em ti carî teslîm nabin, em ji AKP’ê re bîatê nakin. Em ê ji wan hesab bipirsin.”
Hevserokê NAV-DEM Yuksel Koç jî kesên di komkujiya Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: “Êrîş li hember paradîgmaya Ocalan a li Rojava û Rojhilata Navîn ketiye meriyetê pêk aniye. Ji bo li hember vê seknekê em raber bikin, em banga kolanan dikin.”
Li ser navê ATÎK Suleyman Gurcan li hember komkujiyê bertek nîşan da û got ku ev parçeyek ji şerê AKP’ê yê li hember gelan dimeşîne.
Her wiha di meşa protestoyê de Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat jî hat şermezarkirin.