HDP: Em nahêlin ser van komkujiyan bigirin
HDP’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî komkujiya Enqereyê de got ku ev êrîşeke ji bo ziman û gotinên aştiyê gelemperî nebin û negihêje serketinê ye.
HDP’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî komkujiya Enqereyê de got ku ev êrîşeke ji bo ziman û gotinên aştiyê gelemperî nebin û negihêje serketinê ye.
HDP’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî komkujiya Enqereyê de got ku ev êrîşeke ji bo ziman û gotinên aştiyê gelemperî nebin û negihêje serketinê ye.
Piştî komkujiya Enqereyê, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) awarte kom bû, di encama civînê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelên Tirkiyeyê re sersaxî xwestin, ji birîndaran re şîfa hat xwestin. HDP’ê destnîşan kir ku ev êrîş ji komkujiya Edene, Mersîn, Amed û Pirsûsê ne cudatir e.
‘WÊ HESABÊ WÊ BÊ PIRSÎN’
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev bûyera li hember kesên ji bo aştiyê hewl didin, di encama ziman û gotinên desthilatiya siyasî pêk hat. Ev êrîşa li hemberî kesên ji bo wekhevî, azadî û edaletê têdikoşin, kesên di mijara aştî û demokrasiyê de bi biryar û bi israr in pêk hat. Ev êrîşeke plankirî ye ji bo ziman û gotinên aştiyê gelemperî nebin, negihêjin serketinê ye. Di vî welatî de mafyayekî ji hikûmetê û hin saziyên dewletê xwe xwedî dike, di nav ewlehiyê de li Rîzeyê mîtîngê li dar dixe, li wir girêdanbûna xwe û piştgiriya xwe ya Qesrê îlan dike. Di wê mîtîngê de dibêje ‘wê xwîn birije” û roja din li Enqereyê kesên aştîxwaz bi bombeyan tên qetilkirin. Ger desthilatiya siyasî di hundir de bi mafyayan re, ji derve bi çeteyên gerdûnî wek DAIŞ, Ahrar eş Şam re têkîliyên xwe qut neke, wê komkujiyên wiha mixabin her tim çêbibin. Em bawer in, kesên wijdan û rûmeta xwe winda nekirine êşa heyî di dilê xwe de hîs dikin. Em ê van rojên giran bi wan re û bi piştevaniya kesên aştixwaz ve, bi hev re derbas bikin. Em nahêlin ser van komkujiyan bigirin. Kesên hiştin ev komkujî pêk bê, plan kirin, berpirsên siyasî û kesên fiîlî pêk anîne em ê misoger li ber hiqûqê hesab bixwazin, misoger e rojên derkevin pêşiya dadgehê wê bên.”