Komkujiya Enqereyê li Kopenhagenê hat protestokirin
Komkujiya Enqereyê ya duh li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê hat kirin û rê li ber mirina 121 kesan vekir, li Kopenhagenê hat şermezarkirin.

Şeva ji bo piştgiriya Rojava ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê û Komeleya Jinên Kurd a Kurd ve hat plankirin, ji ber komkujiyê hat betalkirin û li şûna şevê, civîna gel hat lidarxistin.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Kesk Sor Nîkolaj Vîllûmsen û ji serokên berê yên Şaredariya Kopenhagenê Vîllo Sîgurdsson weke qiseker amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, parlamenter Meral Daniş Beştaş mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku ew hêzên ev komkujî kirine, bi tundî şermezar dikin.
Beştaş got, "Taybetmendiya hevpar a hemû karker, sendîkavan û hîndekarên li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, hezkirî û dildarên aştiyê bûn. Lê belê li Enqereyê bi rêbazeke hovane, namerdî û li derveyî mirovahiyê, hatin qetilkirin."
NÎKOLAJ VÎLLÛMSEN: LI PIŞT KOMKUJIYÊ ERDOGAN HEYE
Parlamenterê Partiya Yekîtiya Kesk Sor Nîkolaj Vîllûmsen jî got, "Li pişt vê komkujiyê Erdogan heye. Ji ber têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de êrîşî Kurdan û hemû gelên di bin sîwana HDP'ê de kom bûne, dike."
'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN'
Di vê navberêde komkujî wê îro saet di 14:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Kopenhagenê bê şermezarkirin.