Kesên li Îzmîrê komkujî protesto kirin hatin binçavkirin

Polîsan li Îzmirê êrîşî kesên komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar kirin kir û gelek kes binçav kirin.

Li ser banga rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hêzên ked û demokrasiyê li hev kom bûn û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Girseya ku dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Girse cara duyemîn li Kolana Şehîdên Kibrisê kom bûn û qada Talatpaşa li trafîkê girtin. Polîsan cara duyemîn êrîşî girsê kir. Girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.