BI DÎMEN

'Em ê li dijî komkujiya li Enqereyê bêdeng nemînin'

Hevseroka NCD Yildiz Fîlîmcî, Serokê AABF Huseyîn Mat û nûnera SKB Ayşe Yûmlî Yeter komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û diyar kirin, ku ew ê li hemberî êrîşan, aştiyê biparêzin.

Hevseroka NCD Yildiz Fîlîmcî, Serokê AABF Huseyîn Mat û nûnera SKB Ayşe Yûmlî Yeter komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û diyar kirin, ku ew ê li hemberî êrîşan, aştiyê biparêzin.

Li Kolnê bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya li Enqereyê lenet kirin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk (NCD) a Kolnê Yildiz Fîlîmcî, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat û nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Ayşe Yûmlî Yeter ji ANF'ê re axivîn.

FÎLÎMCÎ. ME EV DÎMEN BERIYA NIHA JÎ DÎTIBÛN

Fîlîmcî ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî, ji birîndaran re şîfa xêrê xwest û got, "Me ev dîmen beriya niha jî dîtibûn. Di hilbijartinên bihurî de, di mîtînga li Amedê de bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Pirsûsê bi heman rengî bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Îro jî heman bombe li Enqereyê teqiyan. Êşa me gelekî mezin e. Tevî van komkujiyan jî em ê di aştiyê de israr bikin. Em ê bibin parêzvanên aştiyê."

MAT: BI BIRYARDARÎ EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN

Mat êrîşa li Enqereyê bi tundî şermezar kir û got, "Li hemberî yên ku ev komkujî kirine, em ê bi biryardarî aştiyê biparêzin. Li erdnîgariya em lê dijîn, rojekê em ê aştî û biratiyê pêk bînin û biratiya gelan jî wê bibe temînata aştiyê. Bi vê bîr û baweriyê îro Elewî, Kurd û hemû beşên berxwedêr ên civakê îro li Kolnê civiyane û komkujiya li Enqereyê protesto dikin. Em vê êşê hemû bi hev re parve dikin. Di heman demê de em têkoşîna xwe ya demokrasiyê jî bi hev re dimeşînin."

YETER: BOMBEYÊN LI ENQEREYÊ HATIN TEQANDIN, ÊRÎŞA AKP Û DEWLETÊ NE

Yeter anî ziman ku ew gelekî bi hêrs in û got, "Li Enqereyê bombe hatin teqandin. Ev yek êrîşeke dewletek faşîst a AKP'ê ye. Aştîxwaz îro li Enqereyê civiyan. Jin, ciwan û sendîkavan li wir bûn. Çeteyên DAIŞ'e hînê duh di mîtîngekê de rabûn gotin, 'Em ê xwînê biherikînin'. Em gelekî baş dizanin ku berpirsyarê vê komkujiyê kî ne. Lewma em îro li her devera Ewropayê vê komkujiyê lenet dikin û em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Ji vê derê em soz didin hemû jinên aştîxwaz, tevahiya şehîdên xwe yên ji bo aştiyê şehîd ketin; em ê hesabê vê ji sedî sed bipirsin. Em ê li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin."

Yeter diyar kir ku AKP ketiye nava têkçûnê û got, "Haya AKP'ê ji têkçûna xwe heye û êdî dixwaze ku ti tişt wê nikaribe AKP'ê li rewşa berê vegerîne. Bombe û komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqere, wê têkçûna AKP'ê hîn bêhtir bi lez bike. Ji ber ku gelê me wê ti carî bêdeng nemîne."

...