Komkujiya Enqereyê li Parîsê bi tevlîbûna hezaran hat protestokirin.
ANF
PARÎS
şemî, 10 kewçêrê 2015, 19:44
Komkujiya Enqereyê li Parîsê bi tevlîbûna hezaran hat protestokirin.
Komkujiya Enqereyê li Parîsê bi tevlîbûna hezaran ve hat protestokirin. Bi banga Desteya Kurd a Demokratîk a Fransa, Partiya Komunîst a Fransiz, Komaleya Piştevaniya Kurdistan a Fransa, Tevgera Jinên Kurd, ACTÎT, ESP, FÛAF, ATÎK, FEDA, SYKP, DÎDF, Mala Gel a Elbîstan Pazarcik, Alinterî, Kizilbayrak, SKB, ADHK-Parîs, Odak, Bloc Rouge û gelek saziyan ve bi bîhîstina komkujiyê ve Tirkiyeyî û Kurdistanî li Qada Repûblîqûe kom bûn. Hezaran kesî li Qada Repûblûqûe dirûşmên, “No pasaran”, “Dîsa dîsa aştî”, “Qatîl AKP” gotin.
Ji bo xebatên hilbijartinan, Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr sibeya Şemiyê hatibû Parîsê, tevlî mîtîngê bû.
Gelek nûnerên saziyên Fransiz û pêkhateyê HDP’ê bi hev re dirûşmên komkujiyê şermezar dikin qîriyan; nûnerên NPA, Partiya Çep, FÛAF, Ensamble, Partiya Komunîst a Fransiz, Komaleya Piştevaniya Kurdistan a Fransa, SOS Racîsme derketin platformê û axivîn.
Partî û Tevgerên çep ên Fransiz di axaftinê xwe de komkujî lanet kirin, ji dewleta Fransa xwestin ku piştgiriya xwe bikşîne.
Di axaftinên ser navê Partiya Çep û Partiya Komunîst de hate diyar kirin ku li hember DAÎŞ û hêzên paşverû yên li Tirkiyeyê her roj kesên mîsogertiya aştiyê û demokrasiyê dikin tên qetilkirin, divê tevahî hêzên demokratîk û azadixwaz li gel dengê aştiyê cih bigirin.
Piştî nûnerên partiyên çep axivîn, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr derket platformê û kesên li salonê slav kir.
Baydemîr kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got hêzên vê komkujiya pêk anî xwedî heman zihniyeta komkujiya Kobanê, Amed, Pirsûs, Edene, Mêrsînê ne û ji heman zihnetê xwe xwedî dikin.
Piştî axaftina Baydemîr, girse bi pankarta komkujiya Enqere şermezar dike kete meşê. Hezaran berê xwe dan taxa Strasboûrg Saînt Denîs.
Dema girse gihişt Kemer Saînt Denîs, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dabûn gihişt 70’an. Li pêşiya Kemer, ji bo kesên gihiştin şehadetê rêz hate girtin. Li vir banga tevlîbûna meşa roja Yekşemê saet 14.00’an li Qada Repûblîqûe destpêbike hate kirin.