'AKP hikûmeteke şer e'
Ji rêveberên MLKP'ê Baran Serhat da xuyakirin, ku berpirsyarê komkujiya li Enqereyê hikûmeta AKP û dîktatoriya Erdogan e û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şer e.
Ji rêveberên MLKP'ê Baran Serhat da xuyakirin, ku berpirsyarê komkujiya li Enqereyê hikûmeta AKP û dîktatoriya Erdogan e û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şer e.
Ji rêveberên MLKP'ê Baran Serhat da xuyakirin, ku berpirsyarê komkujiya li Enqereyê hikûmeta AKP û dîktatoriya Erdogan e û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şer e.
Yek ji rêveberên MLKP'ê Baran Serhat, komkujiya li Enqereyê û têkoşîna li hemberî AKP'ê, ji ANF'ê re nirxand.
Serhat diyar kir ku berpirsyarê êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, hikûmeta AKP'ê û dîktatoriay Erdogan e û got, "Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê hesabê vê komkujiyê ji hikûmeta AKP'ê bipirsin. Komkujiya li Enqereyê, ji komkujiyên li Pirsûs û mîtînga Amedê necudatir e. Berpirsyarê vê komkujiyê jî bêşik û bêguman hikûmeta û dewleta AKP'ê ye. Ev komkujî nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şer e, şebekeyeke şer e û veguheriyeke dewleteke kujer."
'CAREKE DIN AŞKERA BÛYE KU AKP VERSIYONA DAIŞ'Ê YA LI TIRKIYEYÊ YE'
Serhat da xuyakirin, ku piştî Pirsûsê êrîşeke bi vî rengî ya dîn û har a li hemberî girseya gel, radixe pêş çavan bê AKP çiqasî ji ser hiş çûye û ev nirxandin kir:
"Careke din derketiye holê ku AKP versiyona çeteyên DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê ye. DAIŞ jî mîna AKP'ê di nava gelan de bombeyan diteqîne. DAIŞ jî mîna AKP'ê hewl dide terora tirsê biafirîne. Mîna li Pirsûsê, wê gelê me, hevrêyên me yên demokrat û girseyên me yên welatparê ên li Enqereyê, wê li hemberî vê terora AKP'ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin. Tirsa ji hikûmeta AKP'ê bi dawî dibe. AKP weke çareya dawî serî li rêbazên komkujiyê yên namerdî dide. Bêteredût, wê gelên me qezenc bikin."
'GELÊN ME NEÇAR E XWE BIPARÊZIN'
Serhat piştî ku bal kişand ser berpirsyariya hikûmeta AKP'ê ya di komkujiya li Enqereyê de destnîşan kir, ku hesabê vê komkujiyê jî wê were pirsîn.
Serhat girîngiya xweparastina gelan destnîşan kir û got, "Pêwîste gelê me vê yekê bi awayekî gelekî zelal fêm bike. Careke din derketiye holê ku divê gelên me li hemberî rastiya hikûmeteke kujer a AKP'ê, xwe biparêzin. Gel neçar in xweparastinê xurttir bikin. Yên ku xwe neparêzin, wê heta dawiyê bibin hedefa vekirî ya teora dewleta AKP'ê. Ji ber vê yekê, mîna li Cizîr, Gimgim, Nisêbîn û Liceyê, divê gelên me pratîkên xweparastinê li bajarên rojava jî êdî pêk bînin. Mirovên me yên li aliyê rojava, pêwîste ji niha û pê ve di her qewimîn û pêvajoyê de xwe biparêzin. Divê ti carî netirse, ti carî nekeve nava gumanan, lê belê divê ti carî li bendê jî nemîne. Divê gelên me xweparastinê xurt bikin û bersiva pêwîst bidin dîktatoriya AKP'ê.
Ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û li pêşberî bîranîna şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ji vê derê em careke din soz didin ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê hesabê vê komkujiyê ji hikûmeta AKP'ê bipirsin."
'AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎNA HERÎ BAŞ A LI HEMBERÎ KOMPLOYOÊ YE'
Serhat di salvegera 17. de bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ku komplo li xaka Sûriyeyê cihê lê destpê kiriye hatiye pûçkirin.
Serhat got, "Gelê Rojava yê ku hat xwestin mîna gelekî kole bê ragirtin, îro şoreşeke dîrokî pêk aniye. Emperyalîst û hevkarên emperyalîstan, îro neçar mane li cem şoreşa bi nêrîn û felsefeya Ocalan bisekinin û ji vê şoreşê alîkariyê bixwazin. Ji ber ku nirxên ev şoreş temsîl dike û tarîtiya DAIŞ'ê ya ji emperyalîst û paşverûtiyê destekê digire, li ser vê zemînê hatin hemberî hev.
Dibe ku di salvegera komploya navneteweyî de xala herî girîng ev e. Ji bo li Sûriyeyê civakeke nû were avakirin, ji bo cîhaneke nû bê avakirin, Rojava weke waheyekê derket holê. Yekane hêza ku hêzên komploger karîbûn biafirînin jî, mixabin tarîtiya DAIŞ'ê bû. Dema ji vî alî ve were nirxandin, tê dîtin ku komplo têk çûye. Lê belê azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku dîlgirtina wî parçeyekî komployê ye, di rojeva gelê Kurd, şoreşger-demokratan de ye. Lewma wateyeke din a têkoşîna li hemberî komployê jî têkoşîna ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan e."
'YEKANE RÊYA SEKINANDINA TARÎTÎ Û FAÎZMA AKP'Ê, MEZINKIRINA HDP'Ê YE
Ji rêveberên MLKP'ê Baran Serhat di dewama axaftina xwe de da zanîn, ku eger gelê Tirkiyeyê li hemberî versiyona DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê faşîzma AKP'ê xwe birêxistn neke, ji bo avakirina rêveberiyên xwe gavan neavêje, wê sibe mîna Mûsil, Şengal, Tel Afer û cihên din, wê êrîşî bajarên Elewiyan û gelên din bike. AKP mîna DAIŞ'ê parçe parçe êrîş dike.
Serhat anî ziman ku gelên li Tirkiyeyê di bin sîwana Partiya Demokratîk a Gelan HDP de li dora bernameyekê kom bûn, bi vê bernameyê re faşîzma AKP'ê qels kirin û got, "Erdogan bi rêbaz û helwesteke sosret rabû got, 'ez van encamên hilbijartinê naecibînim' û biryara ji nû ve pêkanîna hilbijartinê da. AKP û Erdogan li hemberî vîna gel bêhurmetî kir. Tiştekî din jî hat dîtin, ku yekane rêya pûçkirina tarîtî û fazîma AKP'ê, qet nebe li zemîna parlamentê, xurtkirina HDP'ê ye. Li derveyî parlamentê, alternatîfên têkoşîna gelan hene. Lê belê bi rojeva îro ya şênber a hilbijartinê re, eger em dixwazin faşîzma Erdogant êk bibin, atmosfera şer û tarîtiya paşverû ya li welêt ji hev belav bikin, wê demê bi beşdariyeke xurt û berfireh a gelê me re divê deng ji HDP'ê re bê dayîn. Pêwîste bi HDP'ê re dawî li tarîtiya AKP'ê were anîn."