Bi hezaran kesan li Frankfurtê komkujî protesto kirin

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê komkujiya Enqereyê hat protestokirin. Di meşa ku li Bockenheimer Warte destpê kir, Kurdistanî û dostên wan ên ji Frankfurt, Gießen, Darmstadt, Mainz û derdora wê jî hatin tevlî meşê bûn.

Di meşa ku ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin bi hezaran kes beşdar bûn.

Di tevahiya meşê de têkildarî komploya navneteweyî û komkujiya Enqereyê belavok hatin belavkirin. Girseya gihişt Haupwache deqeyek rêzgirtin pêk anî û dest bi meşê kir.

Vîldan Dîrlîk a li ser navê NAV-DEM’ê axivî diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya ji biratiya gelan ditirse li Enqereyê ev komkujiya hov pêk aniye. Dîrlîk Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir.

Hevşaredara Akdenîz Yuksel Mutlu jî got ku AKPê piştî 7’ê Hezîranê polîtîkayeke şer da destpêkirin û komkujiya li Enqereyê darbeyeke.

Di mîtîngê de nûnerên AABF, Komkujiya Dijberên Qirkirinê, HDHK, Jina Nû, Bîrbar, Meclîsa Jinan a Amara, Aveg-Kom û Yekîtiya Hêza Demokratîk jî axivîn. 

...