Tûra 2. a li ser nirxandina destnedanê destpê kir
Tûra duyemîn a ji bo nirxandina pêşnûme qanûna AKP'ê ji bo rakirina destnedanê pêşkêş kir, îro destpê kir.
Tûra duyemîn a ji bo nirxandina pêşnûme qanûna AKP'ê ji bo rakirina destnedanê pêşkêş kir, îro destpê kir.
Tûra duyemîn a ji bo nirxandina pêşnûme qanûna ji bo rakirina destnedana parlamenterên fezlekeyên wan niha li Meclîsê ye, îro destpê kir.
Li ser navê HDP'ê Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder mafê axaftinê wergirt û diyar kir, Meclîs, ji bo pêşî li mirina welatiyên xwe bigire, bi berpirsyariya xwe ranabe. Onder got, "Du encamên darizandinê hene. Ya mirov beraat dikin, yan jî tên cezakirin. Cudahiya siyasetê ji dadgehê ew e, ku xwedî sê encaman e. Meclîs, hûn ji bo vê hene."
Onder bibîr xist, ku di tûra destpêkê de wekîlên AKP'yî dengê vekirî bi kar anîne û got, "Hewl bidin, mîna zarokan nîşanî komîserên partiyê nedin ku çawa deng dane û xwe rûreş nekin. Bila sibe zarokên we ji we fedî nekin."
Dengdana li ser tûra destpêkê ya pêşnûme qanûna AKP'ê bi lez û bez xist rojeva Meclîsê, di 17'ê Gulanê şeva Sêşemê de hatibû kirin. Di dema vê dengdanê de hatibû tespîtkirin ku parlamenterên AKP'ê dengê vekirî bi kar anîne. Wekîlê Serokê Meclîsê jî gelek caran neçar mabû hişyariyan bide.
ENCAMÊN TÛRA DESTPÊKÊ
Di dengdana li ser xala destpêkê ya pêşnûmeyê de 350 dengên "erê", 148 dengên "na", 5 dengên "bêalî", 27 dengên "vala", dengekî ne derbasdar hatibû bikaranîn.
Di dengdana li ser xala duyemîn de 357 dengên "erê", 149 dengên "na", 17 dengên "vala" û 6 dengên "bêalî" hatibûn bikaranîn.
667 DOSYA HENE
Hejmara dosyayên niha li ber destê Meclîsê ne 667 e.
Bi 405 dosyayan herî zêde li hemberî HDP'ê dosya hatine şandin. Di nava parlamenteran de jî dosyayên herî zêde li hemberî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek parlameterên HDP'ê de ne.
Piştî HDP'ê, 192 dosyayên CHP'ê, 49 dosyayên AKP'ê, 20 dosyayên MHP'ê li meclîsê ne.
Têkildarî parlamentera serbixwe ya Enqereyê Aylîn Nazliaka jî 5 dosya hene.