Li Marsîlyayê panela 'Kurdên li Dîasporayê'

Li Marsîlyayê, panelek bi mijara 'Kurdên li Dîasporayê' hat lidarxistin. Di panelê de hat gotin, Kurd cîhaneke wekhev û azad dixwazin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, TEV-ÇAND û saziya Fransayê Darlamîfa çalakiyeke hevpar lidar xistin.

Di beşa pêr a vê çalakiyê de Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn vegotin. Duh jî mijar Kurdên li dîaspora bû.

'RÊXISTINBÛYÎN Û BERXWEDANA LI HER DERÊ'

Panelîst Gulasor Uzunpinar da xuyakirin, ku Kurd ji bo xwe bigihînin qonaxa heyî berdêlên gelekî giran dane û got, "Dewletparêziya netewe ya klasîk, mejiyê hevkariya ji mantalîteya kapîtalîst, bi tenê pirsgirêkê mezin dike. Ya esasî; daxwaz û hewldana afirandina cîhaneke ji biratiya gelan, azadiya baweriyan û wekheviya mirovan e. Kurd gelekî xwedî van pîvanan e. Hem li dîaspora, hem jî li Kurdistanê em hewl didin bi heman helwesta bîrdoziyê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin."

Piştî axaftinan, xwarina Kurdan hat nasandin û Rênas Demhat û komeke Fransayê derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin.

...