Bi daxwaza serbestberdana Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya, li paytexta Swîsre Stockholmê li pêşiya sefaretxaneya Norveçê xwepêşandanek hate lidarxistin.
ANF
STOCKHOLM
pêncşem, 19 gulanê 2016, 16:35
Siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya, di destpêka meha Sibatê de dema wê wek qiseker beşdarî semînerekê li Norveçê bibûya, hatibû girtin. Bi daxwaza serbestberdana Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya li paytexta Swîsre Stockholmê li pêşiya sefaretxaneya Norveçê xwepêşandanek hate lidarxistin.
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên mîna “Norveç Sarikaya serbest berde”, “Ji Sarikaya re azadî”, “PKK gele, gel li vir e”, “Ji Sarikaya re edalet” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.
Piştî xwepêşandanê ya ku saetekê dewam kir, ji bo serbestberdana Mûstafa Sarikaya, bi daxwaza berdanê name radestî serfaretxaneyê hatin kirin. Xwepêşandan bi dirûşma “Ji Sarikaya re azadî” bi dawî bû.