Li Hagenê bîranîn û meşa protestoyî

Li Hagenê, Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Êrîşên qirkirinê û hewldanên tesfiyeyê jî hatin şermezarkirin.

Li bajarê Elmanya Hagenê, meşek hat lidarxistin û Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û hewldanên tesfiyeyê yên li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin.

Meclîsa Jinê ya Fîdan û Dergaha Elewiyan a Hagenê jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TJK-E û FEDA hatin hilgirtin û pankartên ji nivîsên li hemberî Erdogan hatin vekirin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Çalakî piştî axaftina nûnerên FEDA û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi dawî bû.