Siyasetmedarên Swêdî: Êrîşa li hemberî HDP'ê êrîşa li hemberî demokrasiyê ye

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Sjostedt nerazîbûn nîşanî hewldanên tesfiyekirina HDP'ê da û banga piştgiriyê kir. Parlamentera Partiya Çep Fornarve û Parlamenterê Partiya Keskan Amîn êrîşên li Kurdistanê şermezar kirin.

Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt, ku ji bo destekê bide HDP'ê tevlî civîna koma HDP'ê ya li parlamentê bû û bi reveberên HDP'ê re hevdîtin kir, ji ANF'ê re axivî.

Sjostedt diyar kir, ew êrîşên li hemberî HDP'ê weke êrîşên giran ên li hemberî demokrasiyê dibînin û bang li Çep a Ewropayê kir, ku desteka xwe ya ji bo HDP'ê zêde bike.

Sjostedt da xuyakirin, ku ji bo desteka Partiya Çep a Swêdê ji HDP'ê re ragihîne ew çûye Tirkiyeyê û got, "Rejîma Erdogan dixwaze 50 ji parlamenterên HDP'ê derxîne pêşberî dadgeriyê. Bi vî rengî dixwaze mûxalefeta demokratîk, nûnerên Kurdan û gelên bidest bêdeng bike. Ev yek êrîşeke cidî ye li hemberî demokrasiyê."

Sjostedt da zanîn, divê Partiya Çep a Swêdê û Çep a Ewropayê, li hemberî êrîşan piştgiriyeke xurt bidin HDP'ê û ji bo gavên şênber ên di vî warî de ev bersiv da: "Parlamentera partiya me Lotta Fornarve  mijar xist rojeva parlamentê. Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom diyar kir, ew ê li hemberî hewldana rakirina destnedanê helwestê nîşan bide. Em ê mijarê li parlamentê nîqaş bikin."

'DIVÊ ERDOGAN BÊ SER HIŞÊ XWE'

Sjostedt axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê Erdogan vegere ser hişê xwe. Bala tevahiya cîhanê niha li ser Trikyeyê ye. Eger destnedanê rakin, ew ê xwe ji nava hemû welatên demokratîk bixe. Pêwîste Erdogan zanibe; bi bêdengkirina mûxalefetê re Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê."

Parlamentera Partiya Çep Lotta Fornarve û Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn, êrîşên qirkirinê, binpêkirina mafên mirovan û hewldanên tesfiyeyê xistin rojeva parlamentê.

Fornarve da xuyakirin, ku Tirkiyeyê di dema dawî de gelek gel bi paş ve avêtiye û got, "Herî zêde zerar li gelê Kurd dibe. Bi sedan sivîl hatin kuştin. Bajar hatin xerakirin. Rojnamevan û aktîvîst hatin girtin. Ji bo rakirina destnedana parlamenteran biryara destpêkê hat stendin. Armanc zelal e; di destpêkê de HDP'ê, mûxalefeta demokratîk bêdeng bikin."

'DIVÊ CÎHANA DERVE YEKSER PROTESTO BIKE'

Fornarve da zanîn, ku eger pêşniyar ji aliyê parlamentê ve were qebûlkirin, 50 ji 59 parlamenterên HDP'ê dikarin bên girtin û bibîr xist, ku dengdayîna dawî wê îro bê kirin. Fornarve got, "Girîng e cîhana derve niha û yekser bikeve nava tevgerê û rewşê protesto bike." Fornarve ji Wezîra Karên Derve pirsî ku difikire çi bike.

WEZÎR WALLSTROM: CIHÊ FIKARAN E

Wezîr Wallstrom jî da xuyakirin, ku daxwaza rakirina destnedana bi tenê çend parlamenteran cihê fikaran e û got, "Em li dijî her gaveke ber bi paş ve tê avêtin in û li dijî hemû binpêkirinên mafên mirovan e. Em destekê didin daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ya divî warî de kiriye. Em mijarê dixin rojeva Konseya Ewropayê û Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê. Di hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî em ê vê mijarê bînin rojevê."

SWÊD AMADE YE KU TERORA ERDOGAN ŞERMEZAR BIKE?

Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn jî wêneyên Sûr, Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê yên hatine şewitandin û xerakirin nîşan da û diyar kir, ev 10 meh in bajarên Kurdan bi êrîşê re rû bi rû ne.

Amîn got, "Hempîşeyekî min ji min pirsî, ku gelo ev wêne yên Beyrûd a sla 1975'an e yan na. Ev wêne ji yên Cizîrê ne. Bajar bi vî rengî xuya dikin." Amîn ji Walstrom pirsî ku amade ne terora dewletê ya rejîma Erdogan berpirsyar e şermezar bike yan na?

Wallstrom da xuyakirin, ku ev wêne nîşan didin ku tiştên gelekî giran û tirsnak qewimîne û anî ziman, beriya her tiştî wezîfe niha dikeve ser milê Yekîtiya Ewropayê.

Nîqaşên li ser hewldana tesfiyekirina HDP'ê û êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê, wê di rûniştina îro ya parlamentê de dewam bikin.

...