Mêrdînê girtin, li Aydinê binçavkirin

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdîne kesek hat girtin. Li Dîdîm a Aydinê jî gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdîne kesek hat girtin. Li Dîdîm a Aydinê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li ser fermana AKP/ Qesrê operasyonên qirkirina siyasî bê navber didomin. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes tên binçavkirin û girtin. 

MÊRDÎN

Ciwanê bi navê Îbrahîm Okter, ku duh li navçeya Mêrdîn Kerboranê hatibû binçavkirin, piştî ragirtina li Qereqola Jendermeyan a navçeyê, sewqî edliyeyê hat kirin. Otker ê ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hat girtin, ji bo bê girtin  ew şandin dadgehê. Dadgeha Tirk jî bi îdîaya 'endamê rexistinê ye' Okter girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 

AYDIN

Polîsên girêdayî TEM'ê danê sibehê li navçeya Dîdîm a Aydinê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de gelek welatî hatin binçavkirin. Her wiha pirtûk û kovarên li malan jî hatin desteserkirin. Welatiyên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê ew birin Midûriyeta Polîsan a Dîdîmê.