Xala 2. bi 374 dengan hat qebûlkirin

Xala duyemîn a pêşnûme qanûna rakirina destnedanê, ku weke 'darbeyê' tê pênasekirin, bi 374 dengên "Erê" hat qebûlkirin

Dengdana li ser xala 2. a pêşnûme qanûna rakirina destnedanê, ku weke 'darbeyê' tê pênasekirin, hat kirin.

Xala 2. bi 374 dengên "Erê" hat qebûlkirin.

Di dengdanê de 136 parlamenteran dengê "Na" bi kar anîn, 4 parlamenter bê alî man, 11 dengên vala hatin bikaranîn û dengek derbasdar nebû.

Di dengdanê de 526 parlamenter amade bûn.

Li civata giştî ya meclîsê niha dengdan li ser temamiya pêşnûme qanûnê tê kirin.

ENCAMÊN TÛRA YEKEMÎN

Di dengdana li ser xala destpêkê ya pêşnûmeyê de 350 dengên "erê", 148 dengên "na", 5 dengên "bêalî", 27 dengên "vala", dengekî ne derbasdar hatibûn bikaranîn.

Di dengdana li ser xala duyemîn de 357 dengên "erê", 149 dengên "na", 17 dengên "vala" û 6 dengên "bêalî" hatibûn bikaranîn.