Şengaliyên li kampa penaberan a Siegenê bûn hedefa êrîşê

Li bajarê Elmanya Siegenê, li kampa penaberan a Bad Laaspherê, roja Çarşemê Êzidiyên ji Şengalê rastî êrîşa penaberên Ereb ên ji Iraqê hatin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.

Li bajarê Elmanya Siegenê, li kampa penaberan a Bad Laaspherê, roja Çarşemê Êzidiyên ji Şengalê rastî êrîşa penaberên Ereb ên ji Iraqê hatin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.

Şengaliyên li vê kampa penaberan dimînin, ev demeke dirêj e rastî zext û heqaretên koçberên Ereb ên nîjadperest tên. Ev zext roja Çarşemê veguherî êrîşa fîzîkî.

Wezîfedarekî li vê kampê, ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike ji ANF'ê re axivî û der barê bûyerê de agahî da.

Vî şahidî da xuyakirin, ku komek ji jinên Ereb ên Bûrka li wan bûn, dor li jineke Êzidî girtin, li wê dan û heqaret lê kirin. Xizmên jina bû hedefa êrîşê dest li bûyerê werdan û xwestin, wê xilas bikin. Lê belê Erebên li derdorê jî tevlî êrîşê bûn û di demeke kurt de ev êrîş veguherî pevçûneke mezin.

Heman şahidî da zanîn, ku piştî rûdana vê êrîşa li hemberî Êzidiyan, hejmareke zêde ya polîsan û hêzên ewlekariyê ketine hundirê kampê, lê belê dest li Erebên êrîşkar wernedane.

Hat ragihandin, polîsên li şûna ku mudaxleyî êrîşkaran bikin, Êzidiyên li kampê kom kirine û beşek ji wan sirgûnî kampeke li herêma Dortmûndê kirine.

Berdevkê Polîsan ê li herêmê Georg Baum ji rojnameya Siegener Zeitung re ragihand, ku di bûyerê de 2 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Şengaliyên ji fermana 73'an rizgar bûn, bi hezaran kîlometre dûrî ji cih û warên xwe, li Elmanyayê bi tirsa êrîşê dijîn.

Êzidiyên li çiyayê Şengalê hewl didin jiyaneke nû ava bikin û bi navê YBŞ û YJŞ'ê xwe parastina xwe dikin, bi gelek wesîleyan bang li Şengaliyên ji ber komkujiyê ji neçarî derketine derveyî welat kiribûn, ku li cih û warên xwe vegerin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta jî herî dawî bi wesîleya Cejna Çarşema Sor ev bang kiribû û gotibû, "Ez vê banga xwe bi taybetî li Êzidiyên çûne Ewropayê û yên niha li ser rêya Ewropayê ne, dikim. Kurdistan bê Êzidî, Êzidî jî bê Kurdistanê nabe. Bila li xaka Şengalê vegerin. Xweparastina xwe xurttir bikin."