Leyla Zana: Serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana piştî ragihandina kongreya PKK’ê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek parve kir û diyar kir ku ev serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana piştî ragihandina kongreya PKK’ê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek parve kir û diyar kir ku ev serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike.
Piştî PKK’ê ragihand ku kongreya 12’emîn li dar xistiye Leyla Zana li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X’ê daxuyaniyek da.
Leyla Zana wiha got, "Serdema nû, hêviyên nû, rêbaza nû ya têkoşînê, berpirsyariyên nû li ser me hemûyan ferz dike. Divê em bi vê hişmendî û hesasiyetê nêzî pêşerojeke demokratîk, wekhevîparêz, adîl û azad bibin. Bi van hest û ramanan, hêvîdar im wê ji bo erdnîgariya me bi xêr be."