Fezlekeyên nû hatin!

Di dema dengdana li ser pêşniyara 'darbe'yê de, têkildarî 8 parlamenterên din de fezleke hatin şandin.

Nirxandin û dengdana li ser pêşniyara AKP/Qesrê ku di bin navê 'rakirina destnedanê' de hewl dide darbeyê bike, 8 dosyanên din ên destnedanê hatin Meclîsê.

Ev fezlekeyên nû li hemberî parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Erdal Ataş û Mahmût Togrûl, parlamenterên CHP'ê Bariş Yarkadaş, Mahmût Tanal, Okan Gaytancioglû û Kamîl Okyay Sindir û yê MHP'yî Mevlut Karakaya, hat şandin.

Bi vî rengî hejmara dosyayên fezlekeyan ên li Meclîse gihîşt 675'an.