Malbata Avesta: Em dixwazin keça me derhal bê berdan
Malbata rojnamevan Aysel Avesta daxuyaniyek da ANF'ê û bang li PDK'ê kir, ku tavilê Avesta berde û dest ji van kiryarên xwe yên xizmetê ji Kurdan re nake, berde.
Malbata rojnamevan Aysel Avesta daxuyaniyek da ANF'ê û bang li PDK'ê kir, ku tavilê Avesta berde û dest ji van kiryarên xwe yên xizmetê ji Kurdan re nake, berde.
Têkildarî binçavkirina pêşkêşvana Stêrk TV Aysel Avesta, li ser navê malbatê birayê wê Mûrat Kizilboga ji ANF'ê re axivî û binçavkirina xwişka xwe ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve şermezar kir.
Kizilboga di daxuyaniya xwe ya li ser navê malbatê de da zanîn, ku rojnamevan Avesta ji bo lêkolînkirina rewşa Şengaliyan û şopandina cejna Şêxan a li Laleşa Nûranî çûye Başûrê Kurdistanê û di vê çarçoveyê de bi karê xwe yê rojnamevaniyê rabûye.
Di daxuyaniya malbatê de hat ragihandin, ku fermana 73'an a bi destê DAIŞ'ê li hemberî Êzidiyan hat kirin, niha ji aliyê PDK'ê ve tê dewam kirin û hat gotin, "Zextên li Êzidiyên li kampên li Başûrê Kurdistanê, girtina Deriyê Sêmalka, binçavkirina ciwanên Êzidî û herî dawî binçavkirina Avesta nîşan dide ku PDK siyaseta AKP'ê li hemberî Êzidiyan dimeşîne."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji bo çûyîna Başûrê Kurdistanê vîze ji Ewropayê ne pêwîst e û ji rayedaran hat xwestin, ku der barê sedema binçavkirina Avesta de tavilê daxuyaniyekê bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDK'ê hat kirin, ku dest ji van kiryarên xwe yên xizmetê ji Kurd û Kurdistanê re nake berde û keça wan serbest berde."