Ji Partiya Sosyalîst a Ewropayê têkildarî destlênedayînê daxuyanî
Serokê PES’ê Sergeî Stanîshev got: “Rakirina destlênedayîna nûnerên gel ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hewldaneke bêdengkirina muxalefetê ye.”
Serokê PES’ê Sergeî Stanîshev got: “Rakirina destlênedayîna nûnerên gel ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hewldaneke bêdengkirina muxalefetê ye.”
Serokê PES’ê Sergeî Stanîshev têkildarî destlênedayînan daxuyanîyek da û wiha got: “Rakirina destlênedayîna nûnerên gel ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hewldaneke bêdengkirina muxalefetê ye.”
Serokê Partiya Sosyalîst a Ewropa Sergîe Stanîshev daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew ji dengdayîna sibehê ya li meclîsê ya ji bo rakirina destlênedayîna perlementeran bi fikar in.
Stanîsev destnîşan kir ku ev hewldanan li Tirkiyeyê tinekirina muxalefeta heyî kiriye hedef û rasterast HDP a endamê PES’ê tê hedefgirtin. Serokê PES’ê Sergeî Stanîshev wiha anî ziman: “Rakirina destlênedayîna nûnerên gel ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hewldaneke bêdengkirina muxalefetê ye. Ti têkîliyên vê hewldanê bi qanûnê re nîne. Ev rewş di sîstemeke demokratîk de nayê qebûlkirin.”
Stanîshev destnîşan kir ku bi vê hewldanê rêya ku parlementer bikaribin hikûmetê rexne bikin ji holê radikin, got: “Bi rakirina destlênedayîna parlementeran derbeyeke cidî li azadiya îfadeyê didin. Welatekî demokratîk, ji gotûbêjên parlamentoyê û axaftinê re vekiriye.”
Stanîshev diyar kir ku ji bo PES, HDP û CHP’ê, ji bo demokrasiyekî vekirî, ji bo azadiya sivîlan wê heta dawiyê têkoşînê bimeşînin.