Ji HDP'ê daxuyaniya destpêkê: Em bi rengê seferberiyê têbikoşin!

Berdevkê HDP'ê Bîlgen da xuyakirin ku "darbeya destnedanê" ji bo wan rewa nîne û banga têkoşîna bi ruhê seferberiyê kir.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ji ANF'ê re axivî û got, "Ev yek wê di civîna komê de bê nirxandin. Di dawiya hefteyê de jî civîna Desteya Rêveberiya Navendî heye; Em ê li wir jî binirxînin."

Bîlgen da xuyakirin, ku meşrûiyeta vê biryarê ji bo wan nîne û got, "Ji bo me rewşeke ne rewa ye. Pêwîste mûxalefeta civakî ji niha û pê ve bêhtir bi xurtî, b vîn were meşandin. Karê me wê bidome."

Bîlgen destnîşan kir, ku ev rewş wê di nava CHP a di dengdanê de bû du parçe, rê li ber nîqaşê veke.

'CIHÊ BI YEKANE PARLAMENT NÎNE'

Bîlgen got, "Ev wêne, bêtehemûliyê nîşan dide. Nîşan dide ku ji bo AKP, CHP û MHP'ê çareseriya bi siyaetê, bêwate ye. Me dît ku ji bo wan azadiya îfade û rêxistinbûyînê, çareseriya bi rêyên siyasî, bêwate ye. Lê belê yekane cihê xurtkirina siyaseta demokratîk, ne parlament e."

Berdevkê HDP'ê Bîlgen bang li civaka Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku bi ruhê seferberiyê têbikoşin.