Demîrbaş: AKP dixwaze Amedê tine bike
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir, hikûmeta AKP'ê dixwaze Amedê tine bike û xwest, ev plana dagirkeriyê bê betalkirin.
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir, hikûmeta AKP'ê dixwaze Amedê tine bike û xwest, ev plana dagirkeriyê bê betalkirin.
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir, hikûmeta AKP'ê dixwaze Amedê tine bike û xwest, ev plana dagirkeriyê bê betalkirin.
Demîrbaş ê di navbera salên 2004-2014'an de li navçeya Amed Sûrê serokê şaredariyê bû, da zanîn ku bi destê AKP'ê hewl tê dayîn Sûr bi bîrdoziya tekkirinê were dîzaynkirin.
Demîrbaş da xuyakirin, ku bi biryara "îstimlaqkirina lezgîn" a tê wateya dagirkirinê ve, pirçandî, pirnasnameyî û pirbaweriya Sûrê tê tinekirin û got, "Li Sûrê şopên gelekî girîng ên baweriyên cuda Misilmantî, Mûsewîtî, Xiristiyanî, Zerdûştî, Êzidîtî hene. Mînak; îbadetxaneyên Katolîk, Protestan, Ortodoks ên Xiristiyaniyê, sînagogên Mûsewî, Mizgefta Mezin û Mizgefta Hz. Suleyman ên Misilmanan, cihên dîrokî yên mîna gorên 27 sehabeyan hene."
Demîrbaş bibîr xist, ku ev avahî ji bo tûrîzma çandê, ji bo mîrateya çandê gelekî girîng in û diyar kir, bedenên ji 5 kîlometreyan ku dema jorê lê tê temaşekirin dişibe masiyê mertal, bi tena serê xwe mîrateyeke mezin a çandê ye.
Demîrbaş da xuyakirin, ku Amed ji ber li ser rêya Îpekê ye û li qiraxa Çemê Dîcleyê ye, ji aliyê civakî, aborî, siyasî û bazirganiyê ve navendeke girîng e û destnîşan kir, Lewma Amed deriyekî girîng e li Rojhilata Navîn vedibe.
Demîrbaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Dilê Amedê Sûr e. Tinekirina Sûrê tê wateya tinekirina dilê Amedê. Ji ber vêyekê, bîrdoziya fermî ya tekparêz a bi komarê ve hat afirandin, ev mîrateya pirrengî esas girtiye. Bi hin polîtîkayên berî û piştî sala 1980'î re hin malên dîrokî yên li nava Sûrê hatin hilweşandin û dema dîrok hat talankirin, li ser wan avahiyên bilind hatin çêkirin. Gavên destpêkê yên vê xisarê di wan salan de hatin avêtin. Di wê demê de xerakirina gelek dêran ji nedîtî ve hatin. Armanca tinekirina pirçandîtiya Sûrê û tekkirina vê derê bû."
'BI WEZÎFEDARKIRINA ALÎKARÊ WALÎ RE DEST BI ÎSTIMLAQKIRINÊ KIRIN'
Demîrbaş diyar kir, dema ew bû şaredarê Sûrê, ji sala 2004'an û pê ve bi ekîba re xwe re hewl da van mîrateyên çandî biparêzin û got, "Li dijî tekkirina li ser me dihat ferzkirin, ji bo parastina pirzimanî, pirçandîtî, pirbawerî û pirnasnametiyê, me proje amade kirin. Me xwest Amed bigihêje nasnameya xwe ya rasteqîn û me ji vê re jî got, 'Projeya Xwegihandina Dîroka Xwe'. Hevalên beriya me, di sala 1999'an de avahiyên li Sûrê nedihatin ji xwe xera kiribûn û bi vî rengî gava destpêkê avêtibûn. Weke şopdarên wan, me jî li karê wan zêde kir. Bi hilweşandina hin cihan ve me hewl dan dîroka berê zindî bikin. Ji bo vê jî me Kolana Çandan ava kir. Ji bo malên dîrokî ji nû ve restora bikin, me kakmpanya 'Mala tu lê ji dayik bûye rizgar bike', dan destpêkirin. Bi dirûşma 'Di nava dîrokê de afirandina siberojê' weke Şaredariya Sûrê me gelek xanî kirîn û ev kirin pirtûkxaneya zarokan, malên çandê. Her wiha bi projeyên mizgeft, dêrên Keldanî û Ermenî, sînagog, malên cem ên Elewiyan û malên Êzidiyan, me xwestin bajarekî ji jiyana bi hev re ya baweriyên cuda ava bikin. Tevî van, ji bo tespîtkirina avahiyên tescîlkirî yên dîrokî, me bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi kar kir. Di Tîrmeha 2007'an de piştî ku me biryara şaredariya pirzimanî wergirt, em ji wezîfeyê hatin avêtin. Ji bo Serokatiya Şaredariya Sûrê jî Alîkariyê Walî Ahmet Aydin hat bicihkirin. Bi vê yekê ve gava destpêkê ya îstimlaqkirina Sûrê hat avêtin."
Demîrbaş der barê civîneke sala 2008'an a li Salona Dawetê ya Kaplan de agahî da û diyar kir, AKP'yiyan di vê civînê de, di bin navê 'Projeya modernkirina Sûrê' de xwestine Sûrê bi temamî hilweşînin û avahiyên bilind lê çêbikin. Demîrbaş da xuyakirin, ku ji ber nerazîbûna gel, ev proje bi ser neketiye û got, "Pêngava îro ya îstimlaqkirinê, xwestin di sala 2008'an de pêk bînin."
Demîrtaş bibîr xist, ku di sala 2013'an de AKP'ê hin muteahîtên populer şandiye Amedê û destnîşan kir, ku niha baştir tê fêmkirin ku ev muteahît ji bo roja îro hatine amadekirin.
'DIVÊ ÎSTIMLAQKIRINA LEZGÎN NEYÊ KIRIN'
Demîrbaş destnîşan kir, ku her bajar xwedî nasnameyekê ye, Amed jî Amed e û got, "Eger hûn nasnameya bajaran tine bikin, hûn ê mirovahiyê tine bikin û kesekî ku hinekî din tine bike, ew bi xwe jî nikare hebe. Eger hûn mirovên li wê derê bibin cihekî din, mirovên ji deverên din bînin li wê derê bi cih bikin, eger hûn pêşkêşî muteahîtan bikin, mirovên li wê derê wê nifiran li we bikin û hûn ê nikaribin bên ser xwe. Lewma muteahîtên biçin Sûrê û jê bixwin, wê hem li vê cîhanê, hem jî li axretê hesab bidin. Ji ber ku, bi xerakirina mala hinekî din, kes nikare xanî çêbike."
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş herî dawî bang li AKP'ê kir, ku dest ji vê biryara xwe ya dagirkirinê berde.