Li Elmanya û Fransayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 25 gelawêjê 2016, 12:50
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.
BOCHÛM
Kurdistaniyên li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dijîn, daxwaza azadiya Ocalan kirin û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin. Çalakiya li vê derê bi pêşengiya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) li ber gara trenê hat lidarxistin û bi qasî 500 kes tevlî bûn. Çalakger ji vê derê heta ber Dadgeha Bochûmê meşiyan û dirûşmên "Kujer DAIŞ-Erdogan", "Terorîst Tirkiye-DAIŞ" qîriyan.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî ji bo azadiya Ocalan kon hat vedan. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî de bi seda belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin û ji bo meşa roja Şemiyê ya saet 15:00 a li ber stasyona trenê ya Hannoverê, banga tevlîbûnê hat kirin.
MUNCHEN
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd û Komuna Jinê ya Sara nobed hat girtin. Çalakî îro di roja çaremîn de ye. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze tên hevdan. Di çarçoveya çalakiyê de wê îro û sibe ji saet 13:00 heta 19:00 li Rîchard-Straûss Brûnnenê mîtîng bê lidarxistin.
PARÎS
Li gelek cihên paytexta Fransa Parîsê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk de, tecrîd hat şermezarkirin. Çalakgeran hişyarî dan dewleta Tirk û gotin, "Hîn bêhtir sebra me nefûrînin."
CREÎL
Li bajarê Creîl ê Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Azad, çalakiyek protestoyî hat lidarxistin. Bi sedan kesên ji bo şermezarkirina tecrîdê li hev civiyan, ji lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta gara Vreîlê meşiyan.
EVRY
Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Evry ê Fransayê, bi heman armancê çalakiyek lidar xist. Bi sedan Kurdistaniyên xwestin ber bi Evry Prefectûre bimeşin, ji ber astengiya polîsan li cihê lê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Çalakgeran belavok li mirovan belav kirin û bi qîrîna dirûşmeyan qalakiya xwe qedandin.
VÎLLÎERS LE BELLE
Li bajarê Vîllîers Le Belle yê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk ji bo Ocalan çalakiya dagirkirinê lidar xist. Bi sedan Kurdistaniyên li navendê li hev civiyan heta bara trenê meşiyan û belavok belav kirin. Kurdistaniyên gar dagir kirin dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.
DRANCY
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Şaredariya bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên Ocalan hatin hildan.
VÎLLENEÛVE SAÎNT GEORGES
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vîlleneûve Saînt Georgesê rê li trafîkê girt û daxwaza azadiya Ocalan kir. Kurdistaniyên rê girtin, pankarteke bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" daliqandin.
REÎMS
Li bajarê Reîms ê Fransayê, Kurdistaniyan xwestin ji bo azadiya Ocalan bimeşin, lê polîsan bi hinceta Rewşa Awarte pêşî lê girtin. Li ser vê yekê girseya gel li ser rê rûnişt, tecrîd şermezar kir û belavok belav kir. Çalakiyê bi qasî nîv saetê dewam kir.