Togrûl ê HDP'yî: DAIŞ hê li Dîlokê ye
Parlamenterê HDP'ê Togrûl bal kişand ser hucreyên DAIŞ'ê yên hê li Dîlokê hene û ji Meclîsê xwest vê mijarê lêkolîn bike.
Parlamenterê HDP'ê Togrûl bal kişand ser hucreyên DAIŞ'ê yên hê li Dîlokê hene û ji Meclîsê xwest vê mijarê lêkolîn bike.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ji Meclîsê xwest, rêxistinbûna DAIŞ'ê ya li Dîlok û Tirkiyeyê û xebatên vê rêxistinê lêkolîn bike. Togrûl ji bo hinceta pêşniyara xwe ya lêkolînê got, Dîlok bajarekî ku çeteyên DAIŞ'ê lê gelekî çalak in.
Togrûl diyar kir, li Dîlok û derdora wê hê gelek hucreyên DAıŞ'ê hene û da zanîn, li taxên Dîlokê gelê xwecihî gelek caran çete dîtiye. Togrûl got, "Li gorî agahiyên gihaştin ber dest, çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin û di bin navên cuda de komeleyan ava dikin, xwe bi vî rengî bi rêxistin dikin."
'LI DÎLOKÊ PERWERDEYA ÇEKDARÎ DIBÎNIN, ENDAMAN JI XWE RE PEYDA DIKIN'
Togrûl destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê perwerdeya çekdarî jî dibînin, li nava daristanan bi maçên paîntballê xwe perwerde dikin û ji vî bajarî endaman peyda dike.
Togrûl diyar kir, eger pêşî li vê rewşê neyê girtin wê Tirkiye bikeve rewşa Pakîstanê û Dîlok jî bibe Peşawer.
Togrûl xwest, ji Meclîsê xwest, rêxistinbûna çeteyên DAIŞ'ê ya li Dîlokê lêkolîn bike û tedbîran bigire.