Keskîn: Hê jî di vê serdemê de mirov ji ber fikrên xwe tên darezandin

Gerînendeya Weşana Giştî ya Berê ya Ozgur Gundem Eren Keskîn a ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin û bi şertê “Kontrola edlî” hate berdan anî ziman hê jî di vê serdemê de mirov ji ber fikir û gotinên xwe tên darezandin.

Gerînendeya Weşana Giştî ya Berê ya Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi bêhiqûqî hate girtin parêzer Eren Keskîn, piştî ku serbest hate berdan û şûn de ji aliyê hevriyên xwe yên ku li pêşiya edliyeyê kom bibûn bi keyfxweşî û kelecan hate pêşwazîkirin.

Keskîn bi dirûşmên mîna “Eren Keskîn rûmeta meye” û “Mirov bi mafê xwe mirov e” hate pêşwazî kirin, kêliyên bi kelecan hatin jiyîn. Piştre Keskîn daxuyanî da û diyar kir ku di vê serdemê de hê jî mirov ji ber fikir û gotinên xwe tên darezandin. Keskîn kêliyên ku dema polîsan bi ser mala wê de girtin vegot û diyar kir ku weke parêzvanên mafê mirovan e û wê her demê bi heman şêweyî axavin.

Keskîn wiha anî ziman: “Eger ku hûn gotinan qedexe bikin wê çek baxvin. Eger ku hûn naxwazin çek baxvin, mafê qisekirinê nikarin qedexe bikin. Lê mixabin hê jî mafê axaftinê di roja me ya îro de tê qedexekirin.” Keskîn da zanîn ku eger ku mafê qisekirinê bê astengkirin herî zêde kêrî dewleta kûr tê û wiha pê de çû: “Bê ku nivîsekî min weke hincet bê nîşandan, bi raste rast bi benda 302’yê bi cezayê heta hetayê hatim darezandin. Ti hêviya min nebû, lê diyare hê jî hêvî maye”

Keskîn anî ziman ku difikirî ku biçe gel Asli Erdogan û wiha axivî: “Aslî îro gotibû ‘Mirin Bêriya Xwe Kiriye’ ez wisan difikirîm ku biçim wê hemin û aram bikim” Keskîn daxwaza kir ku bi lezgîn divê Înan Kizilkaya, Zana Kaya û hemû rojnamevaên Girît û rewşenbîr bên berdan, spasiya her kesê kir ku yên bi rojan ew tenê nehiştiye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Min daxuyaniya çapemeniyê ya jiyanxwe ya herî keyfxweş da, her bijî ku hûn hene, spasiya we tevan dikim.”