Li Dusseldorfê çalakiya edaletê

Ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê, mîna her hefteyê duh jî çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJKE) ve hat lidarxistin û meclîsên jinan, meclîsên gel û saziyên herêmê tevlî bûn.

Di çalakiyê de bi zimanên Fransî, Elmanî û Kurdî dirûşmên "Sakîne, Leyla û Fîdan hatin qetilkirin", "Jin jiyan azadî", "Faşîst Erdogan, hevkar Fransa" hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimane Elmanî qediya.

...