Parêzerên Ocalan giliyê Wezaretê dikin
Parêzerên Ocalan wê giliyê Wezareta Edaletê bikin.
Parêzerên Ocalan wê giliyê Wezareta Edaletê bikin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ti agahî ji Ocalan nayê girtin. Her wiha ji 15'ê Tîrmehê hewldana darbeyê û vir ve fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde bûne.
Parêzerên Ocalan, ji ber vê tecrîda giran wê giliyê Wezareta Edaletê bikin.
Parêzeran têkildarî mijarê daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Edaletê kirin, lê belê tevî ku 10 roj di ser vê daxwazê re derbas bûye, hê bersivek nehatiyek dayîn.
Parêzeran dan xuyakirin, ku eger bersiv ji daxwaza wan re neyê dayîn, ew ê giliyê Wezaretê bikin.