Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li qadan e
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin. Li gelek bajaran, bi pêşengiya meclîsên jinan çalakî hatin lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 25 gelawêjê 2016, 07:02
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin. Li gelek bajaran, bi pêşengiya meclîsên jinan çalakî hatin lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
MARSÎLYA: Li meydana Vîeûx-Port a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û ji bo CPT bi Ocalan re hevdîtinê bike, îmze hatin hevdan. Di çalakiyê de, komkujiya DAIŞ'ê li Dîlokê kir, hat şermezarkirin.
RENNES: Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, li balafirgeha Saînt Jaqûes de la Landa ya bajarê Rennes ê Fransayê, çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Bi qasî 50 kes saet di 18:00 de li balafirgehê li hev civiyan, dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Terorîst DAIŞ, hevkar Erdogan" qîriyan û belavok belav kirin.
BOCHÛM: Li bajarê Bochûm ê Elmanyayê bi pêşengiya KOMAW'ê meşek hat lidarxistin û tecrîda li Ocalan hat şermezarkirin. Di çalakiyê de li ser navê MLPD, DÎDÎF, Essener Frîedensforûm û karkerên Opelê axaftin hat kirin. Qisekeran xwestin Ocalan derhal bê berdan û bêdengiya li pêşberî komkujiya li Dîlokê şermezar kirin.
BÎEL: li ser banga Komuna Jinê ya Arîn Mîran, Kurdistanî û dostên wan li Zentral Platzê ya bajarê Bîel ê Elmanyayê çalakiya protestoyî lidar xistin. Çalakgeran belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û ji bo çalakiya roja Çarşemê banga tevlîbûnê kirin.
LOZAN: Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Lozanê û Dem-Kurdê, Kurdistanî li meyadan St. Françoîsê li hev civiyan û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku operasyona leşkerî ya li hemberî Cerablûsê hat destpêkirin, ji aliyê esasî ve Kurdan hedef digire.
CHUR: Komuna Jinê ya Ekîn Wan li bajarê Chûr ê Swîsreyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Di çalakiya li ber Bahnhofê de gulên bi qetên 'Ji Ocalan re azadî' û belavok hatin belavkirin.
BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê Meclîsa Jinê ya Ronahî çalakiya edaletê li dar xist. Di çalakiya nobedê ya li meydana Clara de belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin. Hat xwestin, komkujiya li Parîsê derhal bê ronîkirin.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi peşengya Meclîsa Jinê ya rojbîn li Mockebergstrasseyê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li vê mîtîngê, ji hêzên navneteweyî hat xwestin, derhal heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê. Di çalakiyê de li ser fikarên xwe yên têkildarî jiyana Ocalan belavok hatin belavkirin.
BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, TEV-ÇAND û Ciwanên Azad Bremenê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî' li ber parlamenta Bremenê kon vedan. Çaakî wê sê rojan dewam bike û roja Înê bi meş û mîtîngekê biqede.
STOCKHOLM: Li patexta Swêd Stockholmê, komek ji jinên endamêb Meclîsa Jinên Kurd a Amara, linavenda bajêr çalakiyek lidar xistin. Di vê kombûnê de jinana wêneyên Ocalan vekirin. Piştre tevî pankartên ji bo azadiya Ocalan ji ber gara trenê ya navendî ya Stockholmê heta ber avahiya komeleyê çelek hat lidarxistin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin, ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan bidomin.
ÎNNSBRUCK: Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê d eli dijî tecrîdê gelek pankart hatin hildan û belavok hatin belavkirin. Meclîsa Jinê ya Amara da xuyakirin, ku çalkaiyên wan wê heta dawiya meha Îlonê her roa Çarşemê bidome.
MÎLANO: Tecrîda li ser Ocalan û komujiya li Dîlokê, li bajarê Mîlano yê îtalyayê hatin şermezarkirin. Girseya gel rêya herêma Konsolosxaneya Tirk lê ye, li trafîkê hat girtin û ji bo azadiya Ocalan dirûşme hatin qîrîn.