Hevserokên navçeya Dortyol û Erzîn ên HDP’ê hatin girtin
Hevserokên HDP’ê yê navçeya Dortyolê Halîl Baybarîz û yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sirça ku vê sibehê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Hevserokên HDP’ê yê navçeya Dortyolê Halîl Baybarîz û yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sirça ku vê sibehê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Hevserokên HDP’ê yê navçeya Dortyolê Halîl Baybarîz û yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sirça ku li Hatayê domahiya 10 rojan binçavkirî man û bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan, îro li ser îtîraza dozger dîsa hatin binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Îskenderûnê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” ew bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê kirin. Hakimtiyê jî bi heman tewanbariyê ew Baybariz û Sirça girtin û şandin girtîgehê.
Hate hînbûn ku der heqê 3 kesên din de jî ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, dozgeriyê biryara girtinê daye.