Spîegel: DAÎŞ hincet e, hedef Kurd in

Tirkiye bi hemleyek qirêj Cerablus ji çeteyekî girt û radestî çeteyekî din kir, her wiha ev dijminantiya bi Kurdan re bi awayekî zelal ji derve jî tê dîtin. Kovara Der Spîegelê bal kişand ku DAÎŞ hincet e, hedef Kurd in.

Di malpera kovarê de nûçeyek bi serenavê ‘Li Sûriyeyê operasyona leşkerên Tirk: DAÎŞ hincet e, hedef Kurd in’, hate weşandin. Di vir de daxuyaniya fermî ya hikûmeta Tirk hate dayin, her wiha hate bibîrxistin ku hê du hefte berê şervanên QSD’ê ya di pêşengiya YPG’ê de Minbic ji çeteyan rizgar kiribû. Di nûçeyê de hate ragihandin ku hikûmeta Tirk û Erdogan bi awayekî eşkere hewl didin korîdora ku Kurd mabeyna Kobanê û Efrînê de vekin asteng bikin, bal kişand ser dema êrîşa ku li dijî Cerablusê pêk hat.

‘ENQEREYÊ 3 SALAN TEHAMULÎ DAÎŞ’Ê KIR’

Di nûçeya Spîegelê de hate nivîsandin ku dewleta Tirk 3 salan tehamulî hebûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Cerablusê kir, destnîşan kir ku îhtîmala ku kantonên Kurdan bigihêjin hev jî ji bo Enqereyê ‘fikrekî xeternak e’.

MUSLÎM: TIRKIYE WÊ DI SÛRIYEYÊ DE GELEK TIŞTAN JI DEST BIDE

Spîegel peyama Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm a li ser Twîtterê jî parve kir. Di nûçeyê de ku hişyariya Muslîm a ‘Wê Tirkiye li Sûriyeyê gelek tiştan ji dest bide’ hate parvekirin, hate diyarkirin ku nûnerên Kurdan vê operasyonê wek kampanyek leşkerî ya li dijî YPG’ê dinirxînin.

Di nûçeyê de peyama şermezarkirinê ya YPG’ê jî hate parvekirin.

Der Spîegel, destnîşan kir ku li gor agahiyên çavkaniyên Tirk, bi operasyona dagirkirinê ve hewl tê dayîn ku di navbera Cerablus û Ezazê de herêmek tampon a hezar kîlometre kare bê afirandin.