BI DÎMEN

Komkujiya Dîlokê li Edînbûrg û Mannheîmê hat şermezarkirin

Li paytexta Skoçya Edînbûrg û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komkujiya li Dîlokê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin, hat şermezarkirin.

Li paytexta Skoçya Edînbûrg û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komkujiya li Dîlokê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin, hat şermezarkirin.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê, Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û lenet li AKP'ê û dewleta Tirk anîn.

Girseya gel a li Prînce Streetê li hev civiya, belavok belav kir û dirûşme qîriya. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Bila dewleta Tirk dest ji qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê berde" vekir û daxuyanî da çapemeniyê.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de qurbaniyên komkujiyê jî hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Halîs Dogan axivî.

...