Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê bi boneya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaan tê meşandin şermezar bike li Parqa Ehmedê Xanî ya Rêya Îpekê daxuyanî da û çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de Hevserokên HDP û DBP yên bajar û navçeyên Wanê, endamên KJA, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, amade bûn.
Hevseroka HDP'ê yê Rêya Îpekê Tayirhan Sagyigit daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadiyê vekir û wiha got: "Mixabin piştî 5'ê Nisana 2015'an tecrîd hat destpêkirin. Îxtidara AKP'ê di 24 Tirmehê de şerê taybet da destpêkirin. Dest bi xerabkirina bajarên kurdan kirin. Piştî îlana Rewşa Awarte, em ji ewlehî û tenduristiya Rêberê xwe bi fikar in. Piştî KCK'ê deklarasyona çareseriyê da niha jî bi komkujiyê û dagirkeriya li Cerablûsê bersiv da."
Sagyigit, xwest hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û ji bo mutabakata Dolmabahçeyê tekevin nava hewldanan. Piştî daxuyaniyê komê li parkê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
girseyê di çalakiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û ' Bijî Serok Apo" berz kirin.