Benlîsoy: Dibe ku Tirkiye li Cerablûsê yekîneyek mîna ya li Başîka ava bike

Benlîsoy diyar kir, armanca bingehîn a operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê, pêşîgirtina li Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG/YPJ ye û got, dibe ku Tirkiye li Cerablûsê yekîneyeke leşkerî ya mîna ya li Başîka ava bike.

Benlîsoy diyar kir, armanca bingehîn a operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê, pêşîgirtina li Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG/YPJ ye û got, dibe ku Tirkiye li Cerablûsê yekîneyeke leşkerî ya mîna ya li Başîka ava bike.

Nivîskarê lêkolîner Fotî Benlîsoy der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî.

Li ser armanca operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê Benlîsoy ev nirxandin kir: "Armanc ji navê operasyonê û daxuyaniyên fermî tê fêhmkirin. Ya yekemîn, paqijkirina herêma Cerablûsê ji DAIŞ'ê ye. Lê min got, ji nav tê fêhmkirin; Mertala Firatê, yanî armanca bingehîn pêşîgirtina li Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG/YPJ ye. Armanca esasî astengkirina avabûna herêmeke Kurd a yekbûyîna kantonan e. Yek ji armancên operasyonê ew e, ku bi paqijkirina herêmê ji DAIŞ'ê re, li qada navneteweyî Tirkiye bibe xwedî prestîjekê. Mînak; dibe ku di têkiliyên Tirkiye û DYA de bi vê yekê ve nermbûnek çêbibe."

'TIRKIYE WÊ KOMÊN NÊZÎ XWE LI CERABLÛSÊ BI CIH BIKE'

Nivîskar Benlîsoy da xuyakirin, ku Tirkiye wê hêzên çekdar ên nêzî xwe li Cerablûsê bi cih bike û got, "Nasnameya siyasî ya van komên çekdar ne girîng e. Ev kom, wê di şerê wekaletê de wekîltiyê ji Tirkiyeyê re bike, ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê tevbigerin. Piştî ku bi vî karî rabûn, nasnameya xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, zêde ne girîng e. Ji ber ku êdî ti polîtîkayeke mezin a Tirkiyeyê der barê Sûriyeyê de nîne."

'DERDÊ TIRKIYEYÊ PÊŞÎGIRTINA LI STATUYA KURDAN E'

Benlîsoy wiha dewam kir: "Êdî polîtîkayeke bi tenê ya Tirkiyeyê der barê Sûriyeyê de heye. Ew jî; astengkirina statuya Kurdan a li herêma ji 98 kîlometreyî, ku li başûrê welêt e. Têkildarî Sûriyeyê, xuyaye serdema Îslamperestî, neo-Osmanîperestî qediya ye."

DIBE KU TIRKIYE MÎNA LI BAŞÎKA, YEKÎNEYEKE JI LEŞKERÊN XWE LI CERABLÛSÊ BI CIH BIKE

Benlîsoy destnîşan kir, ku di polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava de ti guhertin nîne û got, "Artêşa Sûriyeya Azad yan jî komên çekdar ên din ên nêzî Tirkiyeyê wê li vê herêmê bên bicihkirin. Xuya ye wê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk/YPG û Tirkiyeyê de, di pratîkê de herêmeke tampon bê avakirin. Dibe ku avakirina baregeke leşkerî ya Artêşa Tirk a mîna li Başîka, bê rojevê. Li Tirkiyeyê nîqaş gelekî li ser nehatibû kirin, lê belê Tirkiyeyê beriya Cerablûsê komên nêzî xwe di ser Al Raî re derbasî Cerablûsê kiribû. Ewilî ev operasyon serketî xuay kir. Lê DAIŞ'ê li ber xwe da û nehişt ev kom li herêmê bi cih bibin. Eger hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê nebe, eşkere bû ku ev hêz nikarin li ber DAIŞ'ê bisekinin. Lewma dibe ku Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî ya li wir mayînde bike. Ji xwe rewşek nû li holê heye. Tirkiye bi rengekî îlankirî ket nava xaka Sûriyeyê."

'DIBE KU HÊZÊN EREB ÊN SER BI QSD'Ê LI ROJAVAYÊ FIRATÊ BÊN BICIHKIRIN'

Nivîskarê lêkolîner Fotî Benlîsoy da zanîn ku xeterî heye YPG/YPJ û komên cîhadî yên nû yên Tirkiye bi cih dike, werin pêşberî hev û ev tespît kir: "Daxuyaniyên ji Tirkiye û ji Rojava tên, gelekî tund in. Ev yek zemîneke şer nîşan dide. Ev rewş wê gelekî tehdê bide DYA. Ji ber ku eger du hêzên DYA li ser rûyê erdê bi wan re hevkariyê dike şer bikin, ev ê DYA tengav bike. Bîden da xuyakirin, ku divê YPG xwe vekişîne rojhilatê Firatê. Ev daxuyanî karê YPG'ê zehmet dike. Mayîna hêzên Ereb ên ser bi Hêzên Sûriyeya Dmokratî (QSD) li rojavayê Firatê, mijarek dihat axaftin bû. Bêguman helwesta di vî warî de were nîşandan, faktorekî krîtîk e. Lê belê DYA nikare xwe li rîska şerekî pratîkî yê di navbera Tirkiye û PYD'ê de rabigire. Şer wê ji bo DYA, ji bo Rûsya jî bibe rewşeke ku nema karibe bê kontrolkirin. Ne bawerim ku destûra şerekî bi vî rengî were dayîn."