Gerîla li bajarê Bottropê hatin bîranîn: Ew şehîdên gelê bi rûmet e
Gerîlayên HPG û YJA Starê, ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan li bajarê Bottropê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê, ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan li bajarê Bottropê hatin bibîranîn.
Li bajarê Bottropê ê Elmanyayê, gerîlayên ku ji ber bomberdumana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan; Şevîn Coşkûn (Mazda Mariya) Adil Sunger (Lecwan Munzur), Rohat Tabak (Çektar Botan), Fatma Yagmur (Tîjda Ekecîk), Ahmet Can (Alîşer Firat), Melîha Çuruk (Sterk Serhed), Aysel Kurupinar (Bese Tolhildan), Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîllî), Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl Jehat), Veysel Azar (Pîr Alî) û Xebat Dêrik hatin bibîrnanîn.
Piştî rêzgirtinê li ser navê tevgerên jin û ciwanan û malbatên cangoriyan axaftin hatin kirin. Di dema axaftinan de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.
Bavê Şevîn Coşkûn, Rahmî Coşkûn got, "Keça min di serî de şehîda Rêber Apo û hemû welatiyên bi rûmet, bi şeref e." Piştre jî helbestek ku bi xwe nivîsî bû xwend. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Coşkûn, xwarina xêrê hat belavkirin.