ANALÎZ

Astana çareserî ye?

"Rûsya ku li Baregeha Leşkerî ya Hmeymîm a Lazkiye, beriya niha çend caran partiyên Rojava û rêveberiya Şamê anîn gel hev, beriya civîna Astanayê ev hevdîtin bir Şamê."

Rûsya û Tirkiye li Sûriyê hevkariya xwe berfireh dikin. Hewl tê dayin ku Deklarasyona  Moskowê (20 Kanûn 2016) ku Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê Lavrov, Zarîf û Çavuşoglu ji bo Helebê vala bikin, civiyabûn û îmze kiribûn, veguherînin Civîna Astanayê. Agirbesta ku dawiya salê li Sûrî hatî destpêkirin, her çendî ku bi binpêkirinan didome jî, di nav çarçoweya amadekariya Astanayê de, di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi mebesta pêkanîna ewlekariya balafirên ku di dema operasyonê de têne bikaranîn pêk were û pêşî li bûyerên nayê xwestin were girtin, li Moskowê ‘’mihtiraya mitebeqat’ê hate îmzekirin. (12 Çile 2017)

Rûsya li hêlekê destekê dide tevgera hewayiyê ya TSK-OSO (‘Artêşa Tirk-Artêşa Azad a Sûriyê’ ) ya li Babê û li hêla dijî komên Îhvan-Selefî ku dibe di siberojê de bajarên Rûs û Kafkas bide ber xwe û li Sûrî û Tirkiyê qurmê xwe nedeynin, bi hêzên Rojava re jî hevdîtinan dike. Li Baregeha Leşkerî ya Hmeymin a Lazkiye ku Rûsyayê partiyên Rojava û rêveberiya Şamê li hev civandibûn, ev hevdîtin birin Astanayê. Naveroka van hevdîtinan bi mebesta fêhmkirin projeyên otonomî û federasyonê, bi mebesta fêhmkirina têgihiştina rêveberiya Şamê bûn, bê ka çi qasî wê ber pê were. Ango Rûsya ji Kurdan pir dûr nakeve; ji ber ku dizane krîza Sûriyê bi Tirkiyê re wê hê bêhtir tevlîhev bibe û serê wê pir biêşe.

Em li piştî şikandina balafira Rûsya binerin..Serokkomarê Tirk Erdogan, piştî ku ji Pûtîn lêborîn xwest, piştî ev qasî bi Putîn re hatin ber hev, hev kêm kirin, zirt li hev kirin û dosyayên giran birin KENY( Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî), bi mebesta ku xeta ku hatinê bi raya giştî bidin fêhmkirin, gotin ku pîlotên ji Cimeta Gulen balafira Rûs şikand. Serokwezîrê wê demê Davutoglu j îli Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê, têkildarî hewldana darbeyê metnek şandibû û tê de gotinên balkêş hebûn: ‘’Fermana ku di civîna komê de min vegotî, têkildarî rêgezên angajmanê ne.. Rêgezên angajmanê ku min fermana wê dayî, Rûsya jî di nav de ti welat nekiriye hedefa xwe. Lê rêgezên angajmanê kîjan welat dibe bila bibe, ji welatekî ku di nav şertên şer de ye, hemû amûrên hewayî yên ku qada me ya hewayî binpê dikin, vedihewîne nav xwe…Serekerkanê me yê hêja, di hevdîtinên me de diyar kiriye ku wan li paşeroja pîlot lêkolîn kirine û têkiliyeke berbiçav a bi wan re nedîtine.’’ (Hurriyet 12 Çile 2016)

Ev nîşan dide ku kîşwera morîkbûnê ya di navbera Moskow-Enqerê de çi qasî nazik e. Ya dî jî, kûrbûna hişê ku polîsê kujerê Karlov jî bi dest xistî..Faktora dî ya ku nazikbûnê çêdike Îran e. Rûsya ji bo ku li hewayê re, rehet e lê li qadê hêzên Îranê têne kuştin. Ji bo vê jî ew û Rûsyaya ku li Sûrî bi Enqerê re hevkariyê zêde dike jî wê bi qerpika hev bigirin. Ji bo dilê îranê ya ku Iraqê bi rê ve dibe xweş bike, Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim û çend wezîr çûne Bexda û Hewlêrê (7-8 Çile 2017), her çendî danezana vekişîna leşkerên Tirk ên ji Başîka îmze kiribin jî, piştî ku vegeriya Tirkiyê diyar kir ku ew ê ji Başîka venekişin û ev jî bû xelekek ji zincîra bênebawerîbûnê. Ha di rewşeke wiha de, Rûsya, Sûriye, Tirkiye, îran û komên OSO w êli Astanê werin gel hev û hewl bidin arîşeyan çareser bikin. Hem jî wê pêkhateyên krîtîk venehewînin jî. Divê aqûbeta konferansên beriya Astanayê neyên jibîkirin. Em bi bîr bînin..

Biryara 2254’an a ku pêk nehatî

4’ê Temûza 2012’an li Konferansa Kahîreyê pêşniyarnameyên Kurdan nehatin qebûlkirin, Kurdan konferans terikandin. Konferansa 1. a Cinêvê 30 Hezîrana 2012’an hate kirin. Çile 2014’an Konferasa 2. a Cinêvê çêbû. 30’ê Cotmehê û 14’ê Mijdara 2015’an civînên Viyana çêbûn. 8-10’ê Kanûna 2015’an konferansa Riyadê çêbû. Di civînên Viyanayê e biryar hate dayin ku di 6 mehande pêvajoya derbasbûnê çêbibe, di 18 mehan de hilbijartineke zelal were kirin. 18’ê Kanûna 2015’an civînên New Yorkê çêbûn. Biryarên li  New Yorkê heman rojê li KENY bû pêşnûmeya bi nimroya 2254’an. Di vê pêşnûmeyê de teqwîmeke berbiçav a ji bo derbasbûna siyasî hate danîn. Di mehekê de wê li maseyê rûniştana. Çileya 2016’an ji bo derbasbûna siyasî agirbest (DAIŞ, El Nusra ne di nav de) û muzakereyên resmî; têkildarî agirbestê heta 18’ê Çie agahdarkirina sekreteriya NY’yê; di nav şeş mehan de avakirina rêveberiyeke hevpar a berfireh, biewleh, ne mezhebî; di nav 18 mehan de bi çavdêriya NY’yê pêkanîna hilbijartina serbixwe, zelal, dadmendî, azad, di nav xalan de bûn.

29’ê Çile -3 Sibat 2016 Konferansa 3. a Cinêvê pêk hat. Stefan de Mistura, Nûnerê Taybet ê NY’yê, diyar kiribû ku heta 25’ê Sibatê hevdîtin hatine rawestandin, lê nebû. 14-24’ê Adara 2016’an tûrek û 13-18’ê Nîsanê tûreke dî hate kirin. Cinêv- 3, Gulana 2016’an li Viyana, Îlona 2016’an li New Yorkê, Cotmeha 2016’an li Lozanê hevdîtin çêbûn. Ango navbeyna 2012-2016’an muzakereyên Cinêvê weke hêviyekê hatin werimandin û xerckirin. Bi ser neketin, ji ber ku li şûna projeksiyonên wekhevîxwaz, bi statûkoparêziya mezhebî tevgeriyan. Carinan Îran, carinan jî PYD li derve hate hiştin. Em nabêjin ku ‘’dînamîkên Rojava hebin çareserî wê teqez çêbibe’’ lê bêyî Rojava ne pêkan e ku li Astanayê çareserî derkeve. Li Sûriyê çareserî ku nûnerên hemû gelan li ser masê rûnin wê pêk were. Naxwe Astana wê bibe çi? Wê bibe hêviyên şikesî û fîyasko.

Jêder: Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî